Serrûpel Nûçe “PYD bi agir dilîze”

“PYD bi agir dilîze”

Belav bike

 
Davutoglu diyar kir ku ji meha adarê ve Iraq û Tirkiye haj bi gotinên xwe hene û bi vî awayî di têkiliyan de bingeha atmosfereke erênî hat avakirin.Davutoglu destnîşan kir ku başbûna têkiliyên şiî û sûniyan yên li Iraqê şert û mercên têkiliya di navbera Ankara û Bexdayê de jî baştir kir.

Davutoglu destnîşan kir ku bi taybetî hevdîtina min ya bi Serokwezîr Nurî el-Malikî re gelekî ji dil bû û got ku serokên din yên şiî û gel jî bi hezkirineke mezin, ez pêşwazî kirim.

Davutoglu diyar kir ku hemû komên iraqî dê bi piştgiriya Tirkiyeyê pêşde biçin û got ku madem li Iraqê rewşeke nû heye, em jî amade ne piştgiriyê bidin vê prosesê. Her aliyê ku ji Iraqê hez dike, divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê.

Davutoglu got ku li Iraqê bi kelecaneke awerte dixwazin ku heyameke nû bidin destpêkirin û got ku ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin, encama vê serdanê û ya hevdîtinên bi serokên şiiyan re ya herî girîng ev e ku Tirkiye û Iraq ji bo pevçûna şiî û sûniyan ya ku dixwazin li Sùriyeyê derxînin divê bi hev re tevbigerin.

– “Li Xabûrê 5 Derî”

Davutoglu got ku di navbera her du welatan de di çarçoveya Konseya Hevkariya Stratejîk ya Asta Bilind, projeyên gihandinê divê demildest bê tetbîqkirin û diyar kir ji bo ku rêza erebayan zêde nebe di mijarên li Aktepeyê çêkirina deriyê duyemîn û pireya sêyemîn de bi Malikî re li hev kirin.

Davutoglu gor ku em dixwazin li Xabûrê 5 deriyên din vekin û da zanîn ku ji bo vejenê têkiliyên bi Herêma Kurdistana Iraqa Federal re hatin xurtkirin.

– “Nîşana pêbaweriyê ye”

Ji Davutoglu ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di 16 vê mehê de pirsîn. Davutoglu li ser vê pirsê got ku “a rast ev ziyaret nîşaneya jixwebaweriyê ye. Vexwendina Serokwezîrê me jî nîşaneya jixwebaweriyê ye, hatina Barzanî jî nîşana pêbaweriya di navbera me de ye.”

Davutoglu destnîşan kir ku tu ferq di navbera hatina Îstanbûl an jî Ankarayê û hatina Diyarbekir de tuneye û got ku “Heke hûn hatina Diyarbekirê wekî gefekê bibînin, hûn dê mêjiyê xwe de welatê xwe dabeş bikin.”

Davutoglu bal kişand ku Barzanî wek Serokê herêmeke ku têkiliyên wan yên dualî tên xurtkirin, dikare bê li her derê Tirkiyeyê û got ku “Qîmeteke sembolîk ya vê hatinê heye. Em vê yekê divê ne wekî gef û tevgereke xelet bibînin, divê wekî nîşana jixwebaweriyê bibînin.”

– “PYDê kete nav helwesteke gelekî dudil”

Davutoglu der barê îdiayên ku dibêjin PYDê li Rojava xweserî îlan kiriye, got ku birêvebiriyeke bi vî awayî bi yek aliyî nayê îlankirin.

Davutoglu got ku rewşa fiîlî li her derê Sûriyeyê heye û mixabin ku PYDê kete nav helwesteke gelekî dudil.

Davutoglu bi bîr xist ku di hevdîtinên bi serokê PYDê Salih Muslim de pêşniyaz kirin ku navbera xwe û rejîma Esed xweş nekin, di nav muxalefeta Sûriyeyê de cî bigirin û daxuyaniyên ku dê welat dabeş bike, nekin.

Davutoglu diyar kir ku PYDê di serî de bertekên erênî da, piştî ku îhtimala mueyîdeya navneteweyî li ser rejîma Esed rabû, ji nû ve bi rejîmê re têkilî danî, li cihên ku rejîm jê derketiye hewl dide ku bibandor be an jî helwesteke ku li hevsenga di navbera rejîm û muxalifan binêre, digire. Davutoglu got ku em wek Tirkiye li Sûriyê li ba tu komên mezhebî an jî etnîkî nînin. Xeletiya herî mezin a PYDê ew e ku zextê li ser kurdên muxalif yên li herêmên di bin kontrola xwe de dike.

Davutoglu got ku em hêvî dikin ku dev ji vê helwestê berdin û di nav muxalefeta Sûriyeyê de cî bigirin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê li ser rêveberiya Demkî ya PYD got, PYD bi agir dilîze.

– “Tirkiyeyê tu carê têkilî bi el-Qaîdeyê re danenî”

Davutoglu îdiayên der barê têkiliya Tirkiye û el-Qaîdeyê de jî bersivand û got ku Tirkiyeyê di qeyrana Sûriyê de, tu gavên ku dê di dahatûyê de Tirkiye û Sûriyeyê bîne cihekî xelet neavêt, navêje jî.  AA