Serrûpel Nûçe Cenazeyê şervana YPJ veşartin

Cenazeyê şervana YPJ veşartin

Belav bike


Cenazeyê şervana YPJ’ê Roza Ferho ya bi nasnav Jiyan Cûdî ku duh (24 Mijdar) dema li Serêkaniyê erka xwe ya parastinê pêk di anî jiyana xwe jidest da, anîn Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Cenazeyê Roza Ferho îro saet di 12.00’an de ji aliyê hezaran kesî hate wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de bênavber diruşm hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervana YPJ’ê Roja Ferho û alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê hatin vekirin. Cenaze piştre bi meşekê anîn Meydana Şehîdan û li vir merasîm hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Merdiya Remezan, li ser navê TEV-DEM’ê Ebdulîlah Erebo û li ser navê malbata şervana YPJ’ê Roja Ebdulhemîd apê wê Remezan Ferho axivîn.

Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn. Di merasîmê de Helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê jî helbesta xwe ya bi navê “Îxanet” xwend. Piştre axaftinan girseyê cenaze bi karwanekî wesayîtan bir Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê û spartin axê. anf