Filme „Mêşvan“ çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».
Filmê Mano Xelîl heta roja îro buye layiqî gelek xelatên navnetewî, ji van xelatan
Xelata yekem a Sînema Swisri a Solothurn 2013.
Xelata yekem li festîvala Munixa Almaniya 2013.
Xelata zêvîn li Festîvala Lessinia a Îtaliya 2013.
Xelata yekemin a Festivala Sinema a navnetewî a Duhokê 2013.
Û xelata Temaşevanan a Festîvala Neue Heimat a Austria 2013.
Ev film behtrî 5 Mehan di sînemê Swîsra de hat şani dan. Fîlm di destpêka 2014 li hemu bajarên Almaniya, ji aliye şirketa Braveheart international derbasî sînemê Almaniya dibe.
Link:
http://dubaifilmfest.com/en/films/detail/der-imker/31373/2013/