Serrûpel Nûçe Îro çavên Kurdan li Hewlêrê ne (Nûkirin)

Îro çavên Kurdan li Hewlêrê ne (Nûkirin)

Belav bike
Civîn di bin çavdêriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û bi navbênkariya parlamentera Kurd ya serbixwe Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemir wê were çêkirin.

Di civînê de, wê her du encumenên Kurdî li rojavayê Kurdistanê (Niştimanî, Rojava) û partiyên Kurdî amade bibin.

Ev 2. civîna berfereh ya lihevhatinê ye ku di bin çavdêriya Barzanî de tê çêkirin.

Berî çend roja, Mesûd Barzanî ligel partiyên di encumena niştimanî ya Kurd civiya û pirsa pêwendiyên bi PYD re gotûbêj kir.

Li gora hinek jêderan Barzanî ji wan re gotiye, yan pirsa xwe û PYD çareser bikin yan jî bi carekê de ji hev cuda kar bikin.

Weke tê zanîn kêşeyên cidî di navbera Partiyên nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê û PYD de, ku ser bi PKK ve ye hene.

PYD , weke şaxê PKK li rojavayê Kurdistanê tê naskirin.

Civîn îro nehate lidarxistin.

AVESTA KURD