Li gor wan zanyariyên ku ji çavkaniyeke agahdar hatine wergirtin, PDK dixwaze piştî pêkanîna hikûmeta nû, di hinek postên hizbî de guhertinan bike û bi taybetî jî berpirsên Liqên serekî biguhere. Tê gotin ku dibe PDK hinek navên nû bîne meydanê û prose jî berpirsên hinek ofîs û liqan li xwe digire, ku hinek ji wan çûne parlamento û hinek jî li ser daxwaza binkeyên jêrê ye.
Heman çavkaniyê da zanîn ku guhertin di Dezgeha Navendî ya Ragehandinê, Rêxistina Pîşeyî û Civakî ya PDK’ê, Dezgeha Hilbijartinê, Peywendiyên Derve, Peywendiyên Niştimanî û berpirsên liqên serekî wek (2), (4), (1) û (3) tê kirin.
Ji aliyekî din ve rojnameya Basê navê herdu namzetên serekî bo serokê lîsta encûmena parêzgehan li Dihok û Hewlêrê belav dike. Ji bo vê mebestê jî Serbest Sindorî, dibe serokê lîsta PDK’ê li encûmena parêzgeha Dihokê, îhtîmaleke zêde jî heye ku bibe parêzgarê Dihokê jî, ji bo Hewlêrê jî PDK’ê heta niha Newzad Hadî wek serokê lîsta Partiyê ya encûmena parêzgeha Hewlêrê hiştiye, lê eger di hikûmeta dahatû de postê wezîr werbigire, wê demê kesekî din ê nav lîsteyê erkê parêzgariya Hewlêrê werdigire.
Di vê debarê de Endamê Encûmena Serkirdayetî ya PDK’ê Elî Ewnî ji Basê re axifî û got: ‘’Di nav PDK’ê de guhertin tên kirin û serkirdayetiya Partiyê jî pesend kiriye. Guhertin dibe sedema nûbûna her partiyekê û tişta PDK dike karekî pêwist û xwezayî ye, ya ne xwezayî ew e ku baweriya partiyekê bi guhertinê nebe.’‘
Elî Ewnî da zanîn ku ew guhertinên PDK dike dê hemû alî pêbendî bin û ew bi sîngeke berfireh pêşwaziyê li vê guhertinê dikin. Basnews