Serrûpel Nûçe Dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin

Dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin

Belav bike

Çavê tunebûnê birije.
Heta niha nehiştin, rê nedan me ku em bi xwe li dîroka xwe bikolin.
Tirkan, Ereban û Farisan li gora ku ji wan re lazim bû nivîsandin û danîn ber me. Ev li ser tunebûn û bêqîmetkirina Kurdan bû. Li gora her yekî ji wan ew her tişt û em Kurd ne tu tişt bûn.
Dixwestin bi me weha qebûlkirin bidin, ne weha bûya çawa karîbûn vê dagirkiriya ewqas sal veşêrin û bidomînin.
Heta redeyekê jî di vê xwestika xwe de bi ser ketin.
Ji aliyê din ve hin biyaniyên Ewropî kêm zêde, rast şaş hin pirtûk li ser me nivîsandin.
Xebat û berhemên li ser vî gelê qedîm divêbûya ne ewqasî kêm bûna.
Ne ewqasî kêm bûya, bi xwe heta niha jî bi 40-50 milyon nifûs û ji 500-600 hezar km2 erdê xwe bindest nedima.
Niha êdî Kurd hêdî hêdî xwedîtiyê li xwe dikin û li ser dîroka xwe kar û xebatên pir hêja dikin.
Bi ya min tiştên derkeve holê wê me matmayî bihêle.
Bi kurtî ezê bêjim..
Ne dûr e derkeve holê ku bingeha felsefe û gelek zanistiyên Yewnanan ji Kurdistanê ye ku li seranserê cîhanê belav bûye û bandoreke mezin kiriye.
Gotina “Bira” gelo çawa bi Almanî bûye “Bruder”, bi Îngîlîzî “Brother” û bi Rûsî “Brat”?
Gotina “Xweda” bi pêvajoyeke çawa de bi Almanî bûye “Gott”, bi Îngîlîzî “God” û bi Rûsî “Bog”?
Le bijîşkê jinan “Jinekolog”.. Jin û (k)olojî gîhaştine hevdu û ketiye hemû zimanên cîhanê?
Û emê fêr bibin ku piraniya mesîhî an xrîstiyanên Kurdistanê ne Ermenî, lê Kurd bûn.
Û di holê de ne tevkujî û fermaneke Ermeniyan, lê mesîhî an xrîstiyanên Kurd, Ermenî û Asûrî-Suryanî heye.
Û bê guman..
Emê Êzîdiyên xwe jî ji bîr nekin.
Li gel ewqas zor û zilma hin misilmanên Kurd ên ji hesasiyetiyeke netewî dûr jî, bi merdî û qehremanî li ser piyan in û tew wek ku tiştek neqewimî be, bi gelê xwe re li hev in.