Serrûpel Nûçe “Li derveyê YPG artêşeke din qebûl nakin“

“Li derveyê YPG artêşeke din qebûl nakin“

Belav bike

Endamê Desteya Cîbicîkirnê ya TEVDEM-ê rêzdar Aldar Xelîl di derbarê gotûbêjkirina pirsa avakirina hêzeke leşkerî ya yekgirtî li Rojavayê Kurdistanê de dibêje: “YPG-ê hêzeke niştimanî ye û nabe kes nêzîkî wê bibe, yê bixwaze karê leşkerî li Rojava bike bila tevlî YPG-ê bibe”

Her weha hevseroka Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) xanim Sînem Ehmed di vî warî de ji Rûdawê re dibêje: “Ferzkirina avakirina hêzeke leşkerî ya ji derveyî YPG-ê şaşitiya herî mezin e. Tiştekî wisa ne gel, ne dîrok ne jî kes dê efû bike”. Ger du hêz çê bibin wê şerê biratiyê dest pê bike. Ji bo vê jî em vê yekê ji xwe re weke xeta sor dibînin û ti carî tiştekî bi vî awayî napejirînin.”

Bê guman ENKS jî naxwaze ku ji hêzeke leşkerî ya kurd bêtir hebe. Lê divê ew hêz ya kurdan be, ne ya partiyekê be, hêzeke gelê kurd li Sûriyê be û tenê ji bo parastina vîn, maf û daxwazên wî tê bikişe.

Ez hêvîdar im ku sibeda neyê gotin “yê ku bixwaze karê siyasî bike, bila tevlî PYD-ê bibe“!!! (Kamîran Reşwanî)