Serrûpel Nûçe PYD hikûmetê ava dike

PYD hikûmetê ava dike

Belav bike

Berdevkê fermî yê desteya şopandina cîbicîkirina projeya rêveberiya demî Ciwan Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro saet 10 sibehê bi dema Qamişlo, encûmena demî ya danîna yasayan a rêveberiyê dê li bajarê Amûdê bicive”.

Mihemed diyar kir ku di civîna îro de wê pirsên weke “rengê rêveberiyê, sîstema hilbijartinan, girêbesta civakî û pejirandina alî û kesên ku dixwazin tevlî rêveberiyê bibin” bêne gotûbêjkirin.

Ciwan Mihemed diyar kir ku her sê komîteyên amadekirina rrojeya reveberiya demî, sîstema hilbijartinan û girêbesta civakî reşnivîsên xwe amade kirine û encûmena demî ya danîna yasayan dê wan guftûgo bike û bipejirîne.

Mihemed aşkere kir ku “dîwana encûmenê çendîn daxwazên tevlîbûna rêveberiya demî ku ji aliyên partî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe ve hatine pêşkêşkirine, wergirtin”.

Mihemed herwiha got “Dem pir tenge û em nikarin demek dirêj li benda Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) bimînin û projeyê bi sedema nakokiyên siyasî paş bixin”. Mihemed bang li ENKSê kir ku tevlî rêveberiya Demî bibe.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got “Ev rêveberî yekalî û yekreng e ji ber ku ne hemû aliyên kurd û ne jî nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê wek Ereb û Xristiyanan cihê xwe di nav de digirin”.

Îsmaîl diyar kir ku ku hêzên navneteweyî û herêmî jî bi vê rêveberiyê nerazî ne û bi gotina wî ev yek mezintirîn ziyanê dighîne pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Îsmaîl herwiha got “Me hêvî dikir ku hevdîtin û danûstandinên Hewlêrê bibin derfetek ku PYDê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li xwe vegerin û rêya yekrêzî û yekdengiya kurd bigirin, lê diyare ku ew nikarin ji tekrewiya xwe vegerin”.

Bi gotina Mihemed Îsmaîl “lezkirina EGRKê di ragihandina rêveberiya demî de tê wateya ku EGRKê û PYDê pişta xwe didin biryarên civîn û danûstandinên Hewlêrê û di rêya tekrewiyê de berdewam dikinm.

Lê Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo ku partiya wî jî yek ji endamên ENKSê ye û di rêveberiya demî de jî beşdarin, ji Rûdawê re got “Civînên Hewlêrê biryara rawestandina rêveberiya demî nedane”.

Gedo aşkere kir ku hewl têne dayîn ji ku roja destpêkirina danûstandinên her du Encûmenên Kurd ji bo goftûbêjkirina pirsa rêveberiya demî û Desteya Bilind a Kurd, bê destnîşankirin.

ENKSê di civîna xwe ya 5ê vê mehê de biryar da ku tevlî rêveberiya demî nebe û daxwaz ji pêkhateyên xwe kir ku pêgirê vê biryarê bibin. Lê heta niha Partiya Çep a Kurd û Partiya Çep a Demokrat ku endamên ENKSê ne xwe ji rêveberiya demî venekişandine.

Derbarê vê mijarê de Salih Gedo got “Herî nêzîk serkirdayetiya partiya me dê bicive û biryara xwe derbarê rêveberiya demî de bide”. Rûdaw

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kar û hewlên xwe berdewam dike ji bo projeya xwe ya avakirina rêveberiya demî ku di 12ê mijdarê de ragihandiye, bi encamp bigihîne.

Berdevkê fermî yê desteya şopandina cîbicîkirina projeya rêveberiya demî Ciwan Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro saet 10 sibehê bi dema Qamişlo, encûmena demî ya danîna yasayan a rêveberiyê dê li bajarê Amûdê bicive”.

Mihemed diyar kir ku di civîna îro de wê pirsên weke “rengê rêveberiyê, sîstema hilbijartinan, girêbesta civakî û pejirandina alî û kesên ku dixwazin tevlî rêveberiyê bibin” bêne gotûbêjkirin.

Ciwan Mihemed diyar kir ku her sê komîteyên amadekirina rrojeya reveberiya demî, sîstema hilbijartinan û girêbesta civakî reşnivîsên xwe amade kirine û encûmena demî ya danîna yasayan dê wan guftûgo bike û bipejirîne.

Mihemed aşkere kir ku “dîwana encûmenê çendîn daxwazên tevlîbûna rêveberiya demî ku ji aliyên partî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe ve hatine pêşkêşkirine, wergirtin”.

Mihemed herwiha got “Dem pir tenge û em nikarin demek dirêj li benda Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) bimînin û projeyê bi sedema nakokiyên siyasî paş bixin”. Mihemed bang li ENKSê kir ku tevlî rêveberiya Demî bibe.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd (el-Partî), Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got “Ev rêveberî yekalî û yekreng e ji ber ku ne hemû aliyên kurd û ne jî nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê wek Ereb û Xristiyanan cihê xwe di nav de digirin”.

Îsmaîl diyar kir ku ku hêzên navneteweyî û herêmî jî bi vê rêveberiyê nerazî ne û bi gotina wî ev yek mezintirîn ziyanê dighîne pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Îsmaîl herwiha got “Me hêvî dikir ku hevdîtin û danûstandinên Hewlêrê bibin derfetek ku PYDê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li xwe vegerin û rêya yekrêzî û yekdengiya kurd bigirin, lê diyare ku ew nikarin ji tekrewiya xwe vegerin”.

Bi gotina Mihemed Îsmaîl “lezkirina EGRKê di ragihandina rêveberiya demî de tê wateya ku EGRKê û PYDê pişta xwe didin biryarên civîn û danûstandinên Hewlêrê û di rêya tekrewiyê de berdewam dikinm.

Lê Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo ku partiya wî jî yek ji endamên ENKSê ye û di rêveberiya demî de jî beşdarin, ji Rûdawê re got “Civînên Hewlêrê biryara rawestandina rêveberiya demî nedane”.

Gedo aşkere kir ku hewl têne dayîn ji ku roja destpêkirina danûstandinên her du Encûmenên Kurd ji bo goftûbêjkirina pirsa rêveberiya demî û Desteya Bilind a Kurd, bê destnîşankirin.

ENKSê di civîna xwe ya 5ê vê mehê de biryar da ku tevlî rêveberiya demî nebe û daxwaz ji pêkhateyên xwe kir ku pêgirê vê biryarê bibin. Lê heta niha Partiya Çep a Kurd û Partiya Çep a Demokrat ku endamên ENKSê ne xwe ji rêveberiya demî venekişandine.

Derbarê vê mijarê de Salih Gedo got “Herî nêzîk serkirdayetiya partiya me dê bicive û biryara xwe derbarê rêveberiya demî de bide”.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/311220133#sthash.WajAcjS8.dpuf