AVESTA KURD / Di destpêka civînê de, serokwezîrê Kurdistanê pirojeyê biwîlayetkirina Helebceyê pêşkeşî serokwezîrê Îraqê kir û biryar hat dan ku, civîna bê ya civata wezîrên hikûmeta Îraqê biryarê li ser bide û ji bo pesindkirinê ji parlamnetoya Îraqê re bê şandin. Nêlçîrvan Barzanî daxwaz kir ku, berî hilbijartinên parlamentoya Îraqê, parlamento reşnivîsa biryara biwîlayetkirina Helebceyê bixe di rojeva xwe de û biryara dawî li ser bide.