AVESTA KURD / Civînên di navbera Encûmena Nuştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de, yên ku ji pêr de li Pîrmam di bin çavdêriya serok Mesûd Barzanî de û bi amadebûna her du rêzdaran Leyala Zana û Osman Baydemîr berdewam in, heya nuha, tevî ku “her du aliyan li ser gelek xalan li hev kirine″ jî, ti encamên berçav ne dane.