Serrûpel Nûçe Xalê me kurdan Beşikҫî û êrîşên cahilan e

Xalê me kurdan Beşikҫî û êrîşên cahilan e

Belav bike

Dîsa li gor wê sernivîsê,  heta niha ew hemû xebata ku xalê me kurdan Ismaîl Beşikcî ji bo me û welatê me û hebûna me kiriye, maf nade wî ku ew “giriyorî siyasetê” bibe, ew zirkitêbên stûr hemî ne siyaset bûn lê xeyalên romantîk ên şairekî biyanî bûn, belkî camêr ji xwe re di jiyana xwe ya “luks” de tew sebra xwe bi doza me dianî! Camêr ji xwe re qelem rakiribû û dema xwe ya „vala” bi xaҫepirsa kurdî dagirtibû. Ew bîst salên ku xalê me ên di zindanên kemalîstan de ne ji ber siyasetê bûn, lê ji ber meseleyeke “namûsê” bûn belkî, yan jî xalê me qey mêrek kuştibû!

Bi rastî ev diyardeyeke ecêb e ku ez bi xwe jî rastî wê hatime, dema ku ez rexneyan li tevgera apociyan dikim, li zêdegaviyên wan û xwînrêjiya ku ew dikin dikim, hin dostên min hene dibêjin: „ yaw tu ҫi xwe tev li siyasetê dikî, dev jê berde“.

Divê mirov bizanibe ku siyaset ne tenê bi serokekî, yan bi partiyekê, yan jî bitevgerek mezin tê ҫarҫov kirin, siyaset jiyan e, civak e, wêje ye,û tu carî sînorê ku siyasetê ji jiyanê biqetînin û cuda bikin  nîne. Ol siyaset e, neteweperestî, şer, û heta ҫûna bazarê û kontrolkirina fiet û nirxê pîvazan jî siyaset e.

Di cihekî wê nivîsê de Ferda dibêje ku xalê me kurdan Ismaîl Beşikҫî sînorên rexneyên zanyarî derbas kiriye!

Erê bavo. Hema bêje kor bûye û nema êdî ber xwe dibîne, ew profesor nizane rexneyên zanyarî ҫi ne, bêjeku  vî camêrî tiştek ji zanyariya xwe ya akademîk fêm nekiriye, xurifî ye,  ji ber ku xalo nabêje: Ocalan rêberê gelê kurd e! Wey wey wey ҫi kufriya mezin law, ê ne te dojehek heqkirye xalê Ismaîl!

Her weha Ferda dibêje ku, ev deh sal in  Beşikҫî tam li dijî gelê kurd e û bi psîkolojiya rewşenbîrê dagîrker li tevegrê dinêre.

Ҫima tu nabêjî ev deh sal in ku apocî ketine herqeke kûr û labîrenteke idyolojîk! Ҫima tu nabêjî ku hedefeke zelal  ji tevgera PKK re nemaye, ҫima tu nabêjî ku  PKK bi xwe bûyet tevgerek rêwinda û mîna „mêşa di kundir de“  lê hatiye! Ne dikare ji kundir derkeve, ne jî dikare di kundir de bimîne û tenê vingînî pê dikeve. Xalê me Beşîkҫî ne mecbûr e heta hetayê li rex vê hereketê be gava ku ew hereket bi xwe dev ji armancên xwe yên stratejîk  berde, gava ku dev ji mafê gelan ê bingehîn (Serxwebûn) berde, gava ku pişta xwe bide hemû mîrasê xwe û berê xwe bide rêyên nenas û tunelê tarî.

Ismaîl Beşikҫî ne bi hewceyî  referansan e ku rastiyê nas bike û dest deyne ser cihê birînê di gewdeyê vê tevgerê de, ew ji bêtirî sî salî de vê tevgerê dipê û nas dike, diyagrama vê tevgerê li ber ҫavê wî ye û dizane ҫi guhertin di nav de ҫê dibin,rabûn û daketinê bi xwe dibîne û ew ne bi hewceyî ku rastiyên xwe, tesbîtên xwe bi xêra Aydinlikê yan xeyrî wê xurt û piştrast bike.

Ji xwe ew „iddiayên“ di Aydinlikê de derdikevin, divê bi awayekî fermî ji hêla PKK ve werin tekzîbkirin, wê demê ne pêwist e ku kesekî mîna Ferda berê xwe bide Beşikҫî û wî dostê me yê mezin, ku ne kêmî ҫiyayê Cûdî me û hebûna me diparêze, wek dijminê gelê kurd binav bike.

Ez bawer dikim, bi nivîseke mîna ya Ferda Ҫetin, ziyan bêtir gihişt tevgera PKK a ku di vê dema hesas de bi hacetî dostan e bêtir ji dijminan.