Serrûpel Nivîskar Mîqroba „Tirkîyeyîyê“!

Mîqroba „Tirkîyeyîyê“!

Belav bike

Mîqroba „Tirkîyeyîyê“!

Ev mîqrob can û hestîyên miletê Kurd rizand, niha xwe gîhandîye hiş û mejîyê wî! Mîlletekî xwedîyê şênîyeke bi çil mîlyonî xistîye rewşa komayê. Sersem û gêj kirîye wî.

Yên berîya vê jî hene; bi navê ummetîzm û înternasyonalîzmê!  

Têr neke jî, tên zanîn ka ev her sê çawa gel û milletekî xistine nava xewa xefletê?

Tenê milletê Kurd? Na, gel û milletên din jî yên ku di potaya „Tirkîyeyîyê“ da hatine hêrandin û helandin. Destpêka vê çawa bû? Selçûkî çawa ji nakokîyên olî û civakî sûd wergirtin û welatên dewlemend ên rojhilat dagirtin? Dûr û dirêj pêda naçim.

Pêşnîyaz dikim herin li fîlma „Der Medicus“ temaşe bikin! Ku senaryoyê wê ji romana navdar a Noah Gordion a bi heman navê hatîye çêkirin.

Grek, Bulxar, gelên Balkanan, Ereb, di salên hilşîna dewleta osmanî da çawa ji bin nîrên dagirkerîya wê xwe rizgar kirin? Kurd çawa, çima bindest man?  

Bi sedemên dervayî û navxweyî ev jî bi têra xwe li holê ne.

Bi ya min sedemê bingehîn divê em binê wê stûr xêz bikin ev e ku, li gorî milletên din hişmendîya neteweyî ya Kurdan an qet tinebû yan jî pir jar û lawaz bû.

Kîjan dema ku ev hişmendîya neteweyî dest bi rêxistin û geşbûnê kirîye û ji bo rizgarîyê Kurdan berê xwe dane yekîtîyê û şertên dewletbûnê ji bo wan afirîye, bi yên din ra paralel ev kurmê “Tirkîyeyîyê” careke din di laş û mejîyê vî milletê hejar da lîvîyaye û salên dûr û dirêj wî hîştîye di sekeratê da.

Çima? Ji ber ku man û neman biqasê hev nêzîk in di salên dawî yên rizgarî û serkeftênê da! Berîya hemû tiştî ev jî di destê wî milletê da ye; ew dê bi kîjan alîyê da biçe?        

Ji ber ku vê mîqrobê van salên dawîyê çi bi şidet, çi di bin argumentên sîyasî-aborî û civakî da berdidin hiş û mejîyan û careke din wan ditevizînin. Aktûel e, ez dê hinek li ser vê „Tirkîyeyîyê“ rabiwestim di vê nivîsê da.

Ew dewleteke dagirker e. Ji bo berdewama vê dagirkerîyê dê serî li hemû çareyan bide. Yek ji van a herî erjeng argumeta „Tirkîyeyîyê“ ye, bêku em hinek bifikirin ka bi rastî welatekî bi navê „Tirkîyeyê“ heye, yan ev navekî bi zorê yê sîyasî ye ku ev 85 sal in lê hatîye kirin û vî navê bi herkes dane xwarin, hezimkirin û peyitandin.

Ev dewleta dagirker ku ti alîyekî wê ya dad û rewa nîne û dê nebe jî li Kurdistanê, li hember berxwedan û têkoşîna gelê Kurd yan jî ji ber nakokîyên navxweyî çi gavê were ber jihevketin û hilşînê, wê careke din avê bidinê û vê bêtona sexte bizeximînin û bişidînin.

Hem jî çi mezin çi bicûk bi destên serok, partî, rêxistin, sazî û gelek kesayetên Kurd! ku di dema xwe da di hişîyarbûna hişmendîya neteweyî û geşbûna têkoşînê da rolên sereke lîstine.

Çi rastîyeke tahl û bi jahr!  

Yek ji argûmentên sereke ev e: „Çima em dê ji `Tirkîyeyê´ biqetin, piranîya Kurdan li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dijîn, Mal û milkên me di nav hev da ne! Hun dewletek bidin me jî em naxwezin!“

Jixwe dewleta Tirk jî bi hezar rû û polîtîkayê te anîye vê rewşê û dixweze van gotinan bi te bide gotin. Di serî da ji ber mercên sîyasî û civakî yên mêhtingerîyê, ji ber şerê dagirkerîyê xelk revîyaye wan metropolan û li wan deran jî di nav belengazî û pişavtinê da dirize.

Û hunê rabin ji bo berjewendîyên xwe yên partî û kesayetîyê, ji bo parastina mal û milkên genî yên çend dewlemendên li wan metropolan, welatekî qurbanî bikin!

Heta ev mîqroba „Tirkîyeyî“ hiş û mejîyê we bixwe, netenê ji bo Kurdistanê ji bo rizgarkirina ziman û çanda kurdî jî hun dê ne ji dil bin! Bawerîya meriv nayê bi we!

Ka em careke din li mînaka cihûyan binihêrin. Yek ji wan jî nemabû li welatê xwe. Heta behsa welatêkî bi navê Îsraîl nedihat kirin. Li çar alîyên cîhnê belaûwela bûbûn. Hezaran sal ajot mişextî, hez û hesreta wan a welêt. Dîsa jî rizgar bûn û bûn dewlet. Gelo meriv dikare tenê bispêre rewş û mercên navneteweyîyê vê eksodusa wan a mezin?      

Argumenteke din jî ev e: „Tirkîye cîraneke me ya bi hêz e, pêdivî ye em pê ra têkilîyên stratejîk dayînin“ Ev argument ayîdê partî, hêz û desthilatdarîya li başûrê welêt e. Jixwe di bin vê argûmenta bûmerang da aborîya başûr ji sedî 80 bi destê dewleta Tirk da berdane. Sazî dezgehên Tirk ên bêyom bi şev û bi roj dixebitin li vê parçeya ku taze azadîyê diçêje.

Baş e! Ew dewleta ku parçeya herî mezin a welatê te daqurtandîye û çav berdaye yên mayîn jî! Çawa dikare bibe cîranê te? Ka hinek li xwe vegere! Lê ne wek bûmerang!

Kongreya neteweyî pêk nehat!

Çend saet mane ji civîna Cenew 2 ra? Alîyê Kurd, navê Kurdistanê bihêle li alîyekî, hîn bi navê Kurd nehatine vexwendin!

Sedemê vê tenê mercên navneteweyî ne, yan ev mîqroba “Tirkîyeyîyê” ye ku em tevizandine?

Yan jî çend dozaj ji vê kêmtir mîqrobên “Îraqî”, “Surîyeyî” û Îranî..?

Ka hinekî li wan sîyasetên xwe yên stratejîk ku we radestê derva kirine, vegerin!

Û çîrokek: Dibêjin, rojek Kurdekî siwarê texsîyê dibe li Moskovayê. Hinek diçin şofêr di neynikê da li mişterîyê xwe dinihêre û jê dipirse:

       Pismam tu ne xelkê van deran î, tu ji kuderê yî?

Yê me dest pê dike û dibêje;

       „Wele ez Kurd im, ji Kurdistanê me. Welatê me di navbera Tirk, Ereb û Eceman da hatîye parçekirin. Em hezar sal in hîn bin dest in. Em çil mîlyon in û hîn bê dewlet in. Em pir têdikoşin, lê hîn jî ne azad in…“ û pêda diçe.

Piştê van gazinc û galgalan, şofêr pê li firênê dike, derî vedike û jê ra dibê:

       „Te ser li min gêj kir. Naxwezim xizmetê bikim, ji kesê ji miletê ku ev hezar sal in bindest be û hîn jî negihîştibe maf û azadîya xwe! Ji kerema xwe ji texsîya min peya be! Pere jî ji te naxwezim..”

17 çile 2014             
 E. Dirêj