Bi gelekên din ra tehrîfkirin û gefpêdan du taybetîyên sereke yên dewleta dagirker a Tirk e.
Yên din çi ne? Êşkence, zîndankirin, kuştin, komkujî, talan, dizîn, mendele, asîmîlasyon, revandin, windakirin, xayîntî, bûxtan, bêsincî, tecawûz, xirabkirin û yên ku tên bîra we ûwd.
Kurtasî çi mîqrobên dagirkerîyê hebin, hemû bi wê dewleta nav „Tirkîye“ ra hene û zêde jî…
Ma, niha pêwist e, ez yek û yek bêjim?
Dîroka hezar salan vekin, lê binihêrin!
Hun dê çi bibînin?
Ew dewlet çi navê li xwe dike bila bike, kîjan maskê dide ber rûyê xwe bila bide, bi mirinê qayîl e, devberdana ji wan taybetîyên xwe ne qayîl e.
Bila berdewam be!
Ka ew dê heta kuderê biçe?
Nîvîsek min evdalkirîyê cîhanê hebû wê jî para xwe ji wê tehrîf û gefpêdana wan hilda.
Hevalên ji redeksîyona Avestayê berîya çend rojan vê lînkê ji min ra şandin:
http://www.21yyte.org/tr/fikir-tanki/1922/evdile-direj-turkiyelilik-mikrobu
Min lînkê vekir lê nihêrî. Nivîsa min a binavê „Mîkroba Tirkîyeyîyê“ ji Avestayê hildabûn wergerandibûn tirkî û di wê lînka navborî da belav kiribûn.
Navê kesê ku ew belav kirîye „Cesurhan Taş“ e. Bi „Cesurhan Taş“ ra gelek navên nenas ên tîtil „prof“ jî hene. Ew profên îdeolojîya resmî ne.
Navê vê lînkê: „Instîtûya Tirkîyeyê ya sedsala 21 an, zanist, yekîtî, nêrîn“ e. (21. Yüzyil Türkiye Enstitüsü, Bilim Birlik Bakiş“)
Dîtinên faşîst, nijadperest, tirkewar û sedsala 21 an, çiqas guncaw in?
Çi têkilîyên zanist û „yekîtî“, nêrîn û „yekitî“yê bi hev ra hene?
Ji nav û naverokê xuya ye ku ev lînkek dewleta Tirk e.
Ez bi kemalîst, îslamîst, înternasyonalîst, demokrat yan jî paralelên wan xwe naxapînim.
Çiqas dev bavêjin hev jî, hemû jî xizmetkarên berdewama wê dewleta kolonyal in.
Çi gava ku dagirkerîya wan li Kurdistanê were rewşa metirsîyê hemû dibin „yek.“
Tenê li dîroka 85 salên dawîyê binihêrin hun dê bi têra xwe wan mînakên „yekîtîyê“ bibînin.
Ez di nivîsa mîqroba Tirkîyeyîyê da li serê rawestîya bûm, ku careke din vê mîqrobê berdidin hîş û mejîyê milletê Kurd û ew dirizînin. Min herwiha rola serok, partî, rêxistin û hin kesên Kurd jî eşkere kiribû di belavkirina vê mîqrobê da.
Bi hin mînakên ji dema dawîya dewleta osmanî ra min hevokek wiha jî nivîsî bû:
„Bi ya min sedemê bingehîn divê em binê wê stûr xêz bikin ev e ku, li gorî milletên din hişmendîya neteweyî ya Kurdan an qet tinebû yan jî pir jar û lawaz bû.“
Wan vê hevoka min wiha tehrîf kirîye: „…Tinebûna aqilê Kurdan biqasê milletên din, yan jî jarbûn û bêbandorbûna wan…“ (…Kürtlerin diger milletler kadar akillarinin olmamasi veya cok ciliz ve etkisîz olmalari…)
Tinebûna hişmendîya neteweyî tiştek din, tinebûna aqilê Kurdan tiştek din e.
Kerek jî dikare van her du tiştan ji hev veqetîne.
Tabî bi vê tehrîfatê armanc; mîna her gav bi peyîvikên besît biçûkkirina milletê Kurd e.
Kurd bêaqil bana; li hember hîle û desîseyên we ewqas li berxwe nedidan, ewqas berdel nedidan?!
Dîsa heke Kurd bêaqil bana hin kes ji nav wan dernediketin bi têkilî, kirin û hunerên xwe evqas stratejî, rê û rêçik nîşanê we nedidan. Her carê we ji rewşên zor û zehmet rizgar nedikirin. Yan jî bi zimanên we ewqas pirtûk û tiştên „serkeftî“ ji bo we çênedikirin!
Heke tu dixwezî îlla bizanî kîjan millet bêaqil e, here li peyivên Ezîz Nesînî vegere!
Jixwe we wê nivîsa min tehrîf nekira, ez dê ji xwe bişik û ecêbmayî bimama.
Baş bû, ku we ew tehrîfand û bi navê şirove vê gefpêdanê li binê wê “wergerê” nivîsand:
„ŞIROVE: Bihêlin Tirkbûyînê, xuya ye Turkîyeyîbûn jî zor tê. Nasnameya neteweyîyê bihêlin li alîyekî, jîyana di cografyayeke hevbeş da jî hin kesan tatmîn nake. Bi kesên xwediyê vê zîhnîyetê ra dê çareserîyeke çawa pêk were, nizanim.“
(YORUM: Birakin Turk olmayi, Turkiyeli olmak bile zor geliyor anlaşilan. Milli kimlik bir yana ortak bir cografyada yasamak dahi tatmin etmiyor bazilarini. Bu zihniyet sahipleriyle nasil bir çözüme ulaşilacak bilemiyorum.)
Vaye ji we ra çend gotinên som, sade (safî) rasîst ku gefpêdan jê dibarin.
Hun çi navê li xwe bikin, kîjan maskê bidin ber rûyên xwe li gorî we her kes Tirk e.
Yê esil di dilê we da jî ev e: Heke bikarin hun ê dunya û alemê bikin „Tirk!“
We di goristana „Tirkîye“yê da gel û milletan helandine, kirine mij û dûman! Ziman û kulturan kuştine û niha radibin wê „Turkîyeyîbûnê“ wek lûtûf didin pêşîya wan helîyayîyan, wan mijbûyî û xwemendelekirîyan!
Bi kujerên xwe ra jîyana di cografîyayeke „hevbeş“ da, wê çawa qurbanîyan tatmîn bike?
Te cografyayan, welatan dagirtîye, bi dara zorê milletekî sûnî çêkirîye û navê xwe li malê dizîyê kirîye, lê dixî, dizêrînî û dibêjî „cografyaya hevbeş“! Ev çi sextekarî ye?
Ez yeqîn nakim, ku rêya çareserîyê li ba we tinebe ji bo kesên ku „Tirkbûn“ û „Tirkîyeyîbûna“ we napejirîne û li nasnameya xwe ya xwezayî xwedî derdikeve ra.
Ew reng û taybetîyên ku min di destpêka nîvîsa xwe da ji bo we bi nav kirin, di heman demê da rêbazên we yên çareserîyê ne jî, ku hun her tim ew bi kar tînin!
Jixwe dema ku tu bêjî ez çareserîyê nizanim!
Ew rêbazine di nava vê „nizanim“ a te da veşartîne!
Madem we navê “sedsala 21 an” bi xwe va kirîye, bizanin ku êdî bi wan rêbazan çareserî nabe di sedsala 21 an da!
Rêya aqilê tenê çareserîyek nîşan dide, ku hun jî pir baş pê dizanin ev e:
Ji ax û welatên ku we ew dagirtine vekişin!
Vekişînin, hem artêşa xwe ya maşîneya kuştinê û hem jî artêşa xwe ya maşîneya asîmîlasyonê! Nepenî, eşkere hemû sazî û şebekeyên xwe yên dagirkerîyê vekişînin!
Ev e rê.
Hêsan e!
Werin pê da biçin!
Bi salan e li benda we ye ev rê.
Metirsin pê da biçin!
Ne hun, ne jî qurbanîyên we dê êdî zêde neêşin, heke hun bi vê rêyê da biçin!
Berlîn, 28 çile 2014
Evdila Dirêj
*Wê lînkê navê min jî şaş nivîsîye. Navê min ne “Evdile Direj”, Evdila Dirêj e!