Serrûpel Nûçe Berhem Salih ji YNK istîfa kir

Berhem Salih ji YNK istîfa kir

Belav bike
Ev demek di nava YNK de krîzeke kûr heye û kesên ku serokatiya wê dikin, ne li hev in û weke grûpên dijber li dijî hev tevdigerin û ev jî bûye sedema wê yekê ku YNK seqet birêve biçe.

Li aliyekî hevjîna Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed, li aliyekî Kosret Resûl, li aliyekî Berhem Salih û li aliyê din Mele Bextiyar, her yek ji wan bi serê xwe bû ye grûpek.

Her wiha Kosret Resûl jî gotibû ku ew amadeye dev ji serokatiya YNK berde.

Mele Bextiyar jî hema tişt gotibû.

Heta niha jî ne diyare bê ka wê Kongra YNK kengî were çêkirin.

Piştî ku Talabanî ji serokatiya YNK bi dûr ket, krîza serokatiyê di nava wê partiyê de çêbû, çavê her kesî lê bû ku Berhem Salih cihê wî bigire. Lê grûpna Hêro Îbrahîm Ehmed, Mele Bextiyar û yên din li dijî wî derketin û astengî li pêşiya wî derxistin.

Li aliyê din cudabûna cîgirê Talabanî Newşîrwan Mistefa sala 2006 derbeyeke mezin li YNK xist.

Berhem Salih xelkê bajarê Silêmaniyê ye û sala 1960 li wî bajarê jidayîk bûye û sala 1976 peywendî bi rêxistina YNK re daniye.

Sala 1992 di kongreya YNKê de weke endamê serokatiya YNKê hate hilbijartin.

Çaverêtêkirin ku şandek hikûmeta Îranî van rojan were Silêmaniyê ji bo ku vê krîza di nava YNK de çareser bike.

Berhem Salih cîgirê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro di preskonfrensekê de destjikarkêşana xwe ji YNKê ragehand û got ku, heta kongreya YNKê tê bestin ew weke endamekî asayî karê xwe berdewam dike û tu postan wernagire.

Biryar bû kongerya çaremîn a YNK duhî bihataya bestin, lê civata seroaktiya YNKê, bêy amadebûna Berhem Salih cîgirê duyem û Kosret Resul cîgirê yekem yê Celal Talebanî, biryara paşxistina kongireya YNKê bo demek nediyar  da. Ev yek jî bo sedemê wê yekê ku, Berhem Salih îstîfa bike û tê çaverê kirin ku, Kosret Resul jî dest ji kar bikêşe, ji ber ku, her du cîgirên Talebanî bi bestina kongreyê re bûn û li dijî hindê bûn kongre bê paşxistin.

Newşêrwan Mistefa sala 2006ê ji YNKê veqetiya hîngê ew jî cîgirê Talebanî bû, destjikarkêşana Berhem Salih yekemîn destjikarkêşan piştî a Newşêrwan Mistefa î.

Berhem Salih xelkê bajarê Silêmaniyê ye û sala 1960 li wî bajarê jidayîk bûye û sala 1976 peywendî bi rêxistina YNK kiriye. Sala 1992 di kongreya YNKê de weke endamê serokatiya YNKê hat hilbijartin.

Gelo dê Berhem Salih jî weke Newşêrwan bike û dê rêxistinek nû vabike?

– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/15082-Berhem-Salih-stfa-kir-nakok-krtir-dibin.html#sthash.HUfl7QGr.dpuf