Rojnamevanê tirk Ruşen Çakir li Qendîlê hevpeyvîneka dirêj digel Cemîl Bayik kiriye. Cemîl Bayîk serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dîrekt ji bo ”fetisandin û têkbirina şoreşa Rojava” tawanbar dike û dibêje bingeh ji bo ”konferansa netweyî” nîne.
Ji bo serdana Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder ya bo rêberê PKK-ê Ocalan li girava Îmraliyê jî Cemîl Bayik dibêje:
— Kî haziriyê ji bo çi dike em nizanin. Di wî warî de agahdariyên me yên temam nînin. Di medyayê de behsa hinek tiştan têt kirin. Hêj tiştek negehiştiye me ji ber ew bi xwe [Zana û Onder] hêj nehatine. Ez nizanim ka dê bên yan ne. Lê belê tiştên ku di medyayê de derdikevin ne mirêka rastiyê ne.
Çima?
— Herwekî ku çûbin Îmraliyê û di heqê kongreya neteweyî de û di heqê Rojavayê Kurdistanê de û heta di heqê meseleyên dî de axaftibin û li hev kiribin. Atmosfereka wisa têt lanse kirin. Ev zêde ne nêzîkî rastiyê ye.
Ma heger Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana ji Îmraliyê agahdariyekê ji we re bînin îhtimala rastiya wê nîne?
— Tiştek negehiştiye me lê belê em tiştên berê dizanin. Ji ber wê ez wiha diaxivim. Em rêberiya xwe [Ocalan] jî, Leyla Zanayê jî û helwêsta Mesûd Barzanî jî dizanin. Lewra ez wiha dibêjim. Nexwe ji me re hîç agahdariyek nehatiye. Ez texmîn nakim ku tişteka guhortî jî çêbe.
Ma ev meseleyên zehmet in?
— Bêguman ne hêsanî ye. Rast e ku di heqê Rojava de hinek mutabeqet çêbûbûn. Lê belê pêgirê wan mutabeqetan nebûn. Nemaze aliyê ENKS-ê (Encumena Niştimanî ya Kurdî) ew mutabeqet da aliyekî. Mutabeqet çi bû? Herdu meclis dê bi hev re biçûna Cenevê yan jî nediçûn. Lê belê ENKS nebû pêgira mutabeqetê û çû tevlî konferansa Cenevê bû.
Yanî PYD berteref kir…
— Ne tenê PYD berteref kir. Li wêderê [Rojavayê Kurdistanê] mecliseka gel heye. Di nêvbera meclisa gel û meclisa neteweyî de mutabeqetek hebû. Herdu meclis bi hev re dê biçûna yan jî nediçûn. Meclisa neteweyî yanî ENKS-ê meclisa gel li derve hişt û çû Cenevê. Yanî ew mutabeqet li meydanê nema û hêdî ne li kar e. Lê belê PDK wisa nîşan dide herwekî ku mutabeqet berdewam be û kurd bi îradeyeka hevbeş çûbin Cenevê.
Ez wisa fêm dikim ku Rojava hem ji bo we û hem ji bo Barzanî meseleya herî stratejîk e.
— Di eslê xwe de meseleya Sûriyeyê ne tenê ji bo me û ne tenê ji bo Barzanî di rewşeka stratejîk de ye. Sûriye ji bo herkesî di rewşeka stratejîk de ye û wekî navendekê ye. Yê ku li Sûriyeyê qezenc bike dê li Rojhilata-nêvê û heta li cîhanê ji bo xwe cîhekî peyda bike. Yê ku li Sûriyeyê winda bike dê di siyaseta Rojhilata-nêvê û cîhanê de cîh ji bo xwe peyda neke.
Dê çi bi kongreya neteweyî bêt?
— Çêbûna kongreya neteweyî girêdayî çareserkirina problemên li Rojava ye. Lewra jî pêkanîna konferanseka neteweyî pir zehmet e. Tu dê [mebest jê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye] lêbixebitî ku şoreşa Rojavayê bifetisînî, ji bo têkbirina wê şoreşê dê bi gelek hêzan re li hev bikî û paşê behsa kongreya neteweyî bikî. Ev ecêb e. Ji bo kongre yan jî konferansa neteweyî divêt tu rêzê ji şoreşa Rojava re, ji berxwedana wê re û ji îradeya ku li wêderê avabûye re bigirî. Divêt tu wê parçe nekî. Divêt tu neçî Cenevê û ambargoyê jî nedanî ser. Divêt tu tevlî êrişên li ser wê nebî. Kesekê ku van hemiyan bike dê çawa kongreya neteweyî pêkbîne. Em dixwazin ku bi kongreya neteweyî problemên di nêvbera kurdan de çareser bikin.
Babeta kongreyê ya esasî dê Rojava be?
— Bêguman dê Rojava be. Dema ku ambargo li ser Rojava hebe, êriş li ser wê hebin û di qada nêvneteweyî de bêt tecrîd kirin û bi hêzên dî re tu haziriya mudaxeleya wêderê bikî kongreya neteweyî çênabe. Ma kongreya neteweyî dê munaqeşeya çi bike? Kongreya neteweyî divêt zemîneka wisa be ku nakokiyên kurdan û cîranên wan kûr neke û li ser esasê berjewendiyên hevbeş yên kurdan be.
Ma siyaseta PDK-ê ya herêmê bi temamî digel ya Enqereyê hemaheng e?
— Bêguman. Hem siyaseta wan ya herêmê hemaheng e û hem jî berjewendiyên wan yên ekonomîk hene. Ya ku biryarê li ser hemî siyaseta wan dide berjewendiyên ekonomîk in. Di nêvbera PDK û AKP-ê de peymanên ekonomîk ku bi qîmetê milyarên dolaran e hene. Ev, hemî siyaseta wan tayîn dike. Petrol, gaz, şirketên hevbeş, firotina petrolê bi rêyên qaçax…(Nefel)