Serrûpel Nûçe Standard Chartered Banka Brîtanî li Hewlêrê tê vekirin

Standard Chartered Banka Brîtanî li Hewlêrê tê vekirin

Belav bike

Di civînekê de rewşa emnî ya Îraqê bi giştî û ewşa emnî li wîlayeta Enbarê li rojavayê Kurdistanê bi tyabetî hat minaqeşe kirin û sefîrê Brîtaniyayê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, ew penaberên ji ber rewşa aloza emnî ji bajarên Romadî û Feluce ber bi herêma Kurdistanê ve reviyane  hewanidne.

Serokwezîrê Kurdistanî  got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona berhingarbûna terorê, piştgiriyê li Îraqê dike, lê di heman demê de jî divê hikûmeta Îraqê daxwazên adil yên xelkê wîlayeta Enbarê bi cî bike.

Pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê; pirsa budce, neftê, pêşmerge û madeya 140ê û  danûstandinê navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina wan pirsan, di civînê de hatin gotûbêj kirin. Di vê çarçoveyê de serokawezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi wî yekê re ku, hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevtêgihioştinê û li gor destûra bingehîn a Îraqê bên açareser kirin.

Sefîrê Brîtaniyayê yê Îraqê tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtaniyayê, bi tyabetî têkeliyên di warê aborî de, kir û got ku, ji bona lîkarîkirina herêma Kurdistanê di warê bankayê de, di van nêzîkande, ango roja 3ê adara îsal, liqa bankaya Standard Chartered Bank  a brîtaniyayî li Hewlêrê tê vekirin.