Serrûpel Nûçe Nameya Ocalan îro digihê destê Barzanî

Nameya Ocalan îro digihê destê Barzanî

Belav bike

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, nameya Ocalan di sibê (10.02.2014) ji aliyê parlamentera Amedê Leyla Zana ve bigihîje destê Barzanî.

Li ser naveroka nameyê jî Fuad Husên wiha got: “Em nizanin naveroka namê çiye, em li bendê ne heta gihîşt”.

Ji aliyekî din, endamê şanda Îmraliyê û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder, ji Rûdawê re ragihand, ew û Leyla Zana dê roja sêşemê (11.02.2014) serdana Herêma Kurdistanê bikin û nameya Ocalan pêşkêşî Barzanî bikin.

Onder anî ziman, eger Barzanî bixwaze bersiva nameya Ocalan bide dê bersivê jê bistînin û vegerin.

Wî endamê şanda Îmraliyê her wiha da zanîn, Barzanî ji ber nameya Ocalan a li ser Kongreya Netewî ya Kurd peyamek nezaketê şandibû û wan ew peyama Barzanî gihandibûn Ocalan.

Di hevdîtina meha borî ya Ocalan digel Sirri Sureya Onder û Leyla Zana, Ocalan nameyek ji Barzanî re nivîsandibû.

Li gorî agahiyan, naveroka namê bi giştî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd e.
Rûdaw