Civîn di bin seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê kurdistan û bi amadebûna nûnerên kurd li hikûmeta Îraqê, parlamentoya Îraqê û fraksyonên parlamentoya Kurdistanê, îro roja şemiyê li avahiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê bi rêve çû û civînê bi yek dengî biryar li ser van xalên xwarê da:
1- Li gor destûra bingehîn a Îraqê, Herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê û mafê sudwergiertin û bikaranîna hemû wan mafan heye yên di destûrê de hatine diyar kirin. Yek ji wan mafan jî: mafê wergirtina beşê budceya herêma Kurdistanê ji dahatiniyê Îraqê ye. Ji ber vê yakê çênabe, hikûmeta Îraqê, bi her hêcetekê be, budce û meaşê hevwelaityan weke karteke zixtê li dijî herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê bikarbîne.
2- Berdewambûna danûstandinanan navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser esasê bicîkirina mafên herêma Kurdistanê yên destûrî, tevî hebûna rêyên din li pêşiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina budceya xwe bi awayekî ku, meaş û pêdawîstiyên din yên hevwelatiyan misoger bike.
3- Daxwazê ji serokwezîrê Îraqê dikin ku, ji wê siyaseta neqanûnî û nedestûrî poşman bibe û budce û meaşê herêma Kurdistanê, weke mafekî destûrî, bo herêma Kurdistanê bişîne, û digel hikûmeta herêma Kurdistanê bi danûstandinan pirsên hilawîstî çareser bike.
4- Daxwaz ji mercîetên olî yên birêz, Neteweyên Yekgirtî, dewletên peywendêdar bi Îraqê, Kongireya welatên Îslamî û Komkara Erebî kir ku, bi berpirsiyariya li ser milê wane rabin û desthilatên xwe bikarbînin daku fişarê li ser Îraq bikin ew çembera aboriya li ser herêma Kurdistanê danaye bidawî bîne. Ji ber ku, ev siyaseta hikûmeta Îraqê li ser dice tam ne li gor destûr, qanûn, tev rêkeftinên navdewletî û pirensîpêm mafê mirovî ye.