Serrûpel Nûçe Erdogan/AKP bi ku ve?

Erdogan/AKP bi ku ve?

Belav bike

Erdogan peyvnasiyeke nû afirand, bi taybetî di mijara Kurd de. Di siyaset, aborî û çapemeniyê, di her qada dewlet û civakê de pîvanên kevneşop tevlihev bûn. General hatin girtin, artêş hetikî. Polîs bû hêza zerevanên hikûmetê. Dezgehên Kemalîst yeko yeko ketin destê AKPê, (lê bi hevkarî û hevpariya Cemaetê).

Guhertina di qada aboriyê de hêjahî binxêzkirinê ye; ji ber ku semyan ji destê burjuvaziya Kemalîst rijiya destê dewlemendên AKPê. Burjuvaziya Kemalîst bi talana mal û semyana Ermenî, Yûnanî, Cihû û Kurdan dewlemend bibû. Weke ku ew pir û pak bin, wan hevparên nû yên “çavbirçî û dinyanedîtî” qebûl nedikirin.

Baskên Erdogan çêdibin

Salên hingivin bûn. Ji her derê pere dirijiyan. Erdogan xwe di eynika hûtan de dît. Dest bi pêlîstina parametreyên civakê kir. Sekûler, demokrat û Elewî ji xwe dûr xistin. Xwestinên Kurdan her ewiqandin. Berê civakê da kevneperestiya îslamî. Wisa ku hevalbendên xwe yên YEyî jî tirsandin.

Erdogan li herêmê ‘lehengê’ demokrasiya Îslama Sunnî bû! Teoriya wê jî amade bû: “Siyaseta bi cîranan re sifir-pirsgirêk”. Lê hêj di serî de keştî noqî bû. Li herêmê yên dûv li siyaseta Erdogan ketî, xeyalşikestî bûn. Navbera Tirkiyê bi hemû cîranên wê re vebû, heya ku bi hinekan re kete rewşa şer.

Erdogan li ber hevalbendên/patronên xwe jî rabû. Bi tevlîbûna Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê û kirrîna roketan ji Çînê gef li wan xwar.

Xewn û xewnereşk

Herdu têgeh bira û xuşkên hev in, yek zû dizîvire ya din. Erê Erdogan geremol û tevliheviyek çêkiribû. Hinek dikarin wê weke şoreşê jî bi nav bikin, lê yeke bê qurm, yeke sathî. Rêgezên şoreşê hene; partiya biserketî, bi zagonên awarte û bi darê zorê yên têkçûyî ji binî ve dipelişîne, desthilatiya xwe ava dike. Lê Erdogan ev rêgez neşopandibû, xeletiyeke bingehîn kiribû; bi ser ketibû, lê hêza dijberan bi tevahî tine nekiribû. Hûnê bêjin ku di sîstema hilbijartinê de jixwe derfeta wê tine bû. Çibe jî, dijberên wî hemû li ser piyan e, bi taybetî artêş û burjuvaziya kevneşop. Li gorî DYA û YE jî, Erdogan ji qama xwe borîbû.

Bi ya hinekan, Erdogan ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ev encameke bivênevê ye. Dewlet bi hêsanî ketibû destê wî û partiya wî. Ev hêsanî bû qelsiya wan. Vêga bi kabûsê rastiyê re rûbirû mane û jê dibizdin. Zêde pêş çûbûn. Bi vê tirsê, hemû jî xwe bi Erdogan ve dizeliqînin. Ya wan êdî şerê “ya hero, ya mero” ye.

Xwe radestkirina diyardeyên kevneşop

Bi gotin Erdogan gavên ber bi paş ve navêje, lê rastî ne wisa ye, ew û rêhevalên wî ketine tirsa her-tişt-windakirinê.

Bi Ocalan du daxuyaniyên qerase dan gotin: “Operasyona 17.12.2013ê plangeriyeke navneteweyî bû” û “benzînê narijînin êgir”. Jixwe Erdogan ji Hikûmeta Başûr piştrast e (?).

Erdogan ji artêşê ditirse. Ji bo wê aşt bike, li gorî xwestina generalan, dawî li doza Roboskê anî. Darizandina fermandarên parartêşan bi şertê destûra serokwezîr ve girê da. Heqdestên pîlotên artêşê zêde kir. Û amadeyî hene ku generalên doza “Balyoz” û “Ergenekonê” bên berdan. Û êdî Erdogan beyî şêwra sererkanê leşkerî gavan neavêje.

Ya balkêştir, serdanên dewletan in. Erdogan çû Brukselê, zimanekî nerm pejirand, stûyê xwe tewand, gav paş ve avêt, “reforma dadmediyê” ya hikûmeta xwe sekinand.

Wî dûvre rêya Tehranê girt. Xwedêgiravî rojev têkiliyên bazirganî bû. Lê ew çi nakokî bû, ku serokê MITê Hakan Fidan jî hevaltiya Erdogan dikir û di civînên sereke de amade dibû. Ne tiştekî veşartî ye ku Kurd babeteke serdanê bûn. Ka lê binêrin; weke bi qestî bîranîne, Îraniyan li Qesra Sadabadê pêşwaziya Erdogan kirin, ku bi Pakta Sadabadê (1937) Tirkiyê, Îran û Iraqê statukoya koletiya Kurdan parafe kiribûn, ku ew peyman pêşrewa peymanên Bexda (1955) û CENTOyê (1959) bû.

Serokê Frensayê François Hollande çû Enqerê. Dibe ku babetên serdanê ev bûn: Di pirsa Sûriyê de tevgera hevpar ya Frensa, Tirkiye, Qeter û Siûdiyê; pirsa penaberan; yên aboriyî (roketên hewayî yên berevaniyê û termîk sentraleke 1300 KW), ketina Tirkiyê ya YEyê ( ji sedî 83yên Frensiyan li dij in); pirsa radestkirina civaknasa tirk Pinar Selek û kuştara Parîsê…

Piştre Gul çû Îtalyayê. Erdogan jî li ser amadekariya serdana Almanyayê ye. Ku Almanya di serê bûyera 17.12.2013 de pîvanên YEyê danîbûn pêşiya Erdogan.

Mirov digihije van encaman: Erdogan bi konsepteke hevgirtî tevdigere. DYA û YE xetên sor danîne pêşiyê. Ew bi serdanan vê peyamê dide; “têkiliyên Tirkiyê yên bi NATO û YEyê re yên sereke ne, ew dilsozê binbarîtiyên xwe ne”. Wisa dixuye ku Erdogan xwe radestî diyardeyên kevneşop kiriye.

Bi van gavan gelo wê Erdogan bikaribe desthilatiya xwe biparêze? Mirov jê ne ewle ye. Ji ber ku partiyên dijberên wî, dibe ku bi tiştên wî dayî aşt nebin.

Piştî van rûdanan em Kurd hêj dikarin ji hikûmeta Erdogan hêviyan bikin? Bila şîrovekirina vê mijarê bimîne ji hejmarên tên re. Rûdaw

Selahattin Çelik
Desthilatiya Kemalîst ne tenê Kurd, demokrat, lîberal û oldarên tirk jî anîbûn qaqa reş. NATO û YEyê jî guhertin pêwîst didîtin, ew li Rojhilata Navîn li dûv “Îslama lîberal (light-îslamê)” bûn. Ev şensê Erdogan bû. Desthilata AKPê berhema van daxwazan bû.

Piştî van rûdanan em Kurd hêj dikarin ji hikûmeta Erdogan hêviyan bikin? Bila şîrovekirina vê mijarê bimîne ji hejmarên tên re.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/opinion/24022014#sthash.rzouz1w1.dpuf