Serrûpel Nûçe Barzanî ligel Davutoglu civiya

Barzanî ligel Davutoglu civiya

Belav bike

Li kombûnê da ku serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên îdarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amadebûn, Wezîrê Derveyê Tirkiye xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û her wiha beşdarbûna li Korbenda Dîdara Silêmanî li Zanîngeha Amerîka ya li bajarê Silêmanî derbirî û xweşhaliya xwe jî bi pêşveçûn û geşbûna peywendiyên siyasî û aborî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiye nîşanda. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Tirkiye behsa serdana dîrokiya Serok Barzanî ya bajarê Amedê kir û wê serdanê bi bandor û girîng û dîrokî da zanîn.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda li gel kir û tekez jî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya wan peywendiyan ragihand.

Her li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emnî û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û bandorên wê yên li ser paşaroja siyasiya Iraqê hate nirxandin û di derbarê babeta hilbijartina Encûmena Nûneran Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ev hilbijartin li dema xwe ya diyarkirî de û bi bêyî tu giriftek bê encamdan.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û emniya Sûriye û rewşa penaberên Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.