Nakokî û aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi kûrbûnê ve diçe.
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi tundî bersiva Bexdayê da û got, eger Bexda li ser siyaseta xwe ya li hember Kurdistanê rijd be dê gavên wisa bavêjin ku Bexdad li benda wan nebe, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser daxuyaniya wezareta darayî ya Iraqê ya derbarê şandina mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, ji Rûdawê re ragihand ku mûçeyê ku Bexda dide Herêma Kurdistanê sedeqe û xêr nîne û gelê Kurdistanê jî xêrê qebûl nake û wiha got: “Li gorî destûrê divê pişka bûdceya Kurdistanê bê dayîn û eger neyê dayîn binpêkirina destûrê ye.”
Sefîn Dizeyî, li ser îhtimala neşandina mûçe ji aliyê Bexdayê û çawaniya helwesta Hewlêrê li hember vê yekê de jî wiha axivî: “Di civîna 10 roj beriya niha ya Serokwwezîrê Herêma Kurdistanê û fraksyonên kurd li parlamentoyên Iraq û Kurdistanê de, eşkere bû ku Herêma Kurdistanê rêyên din bo çareserkirina vê yekê heye lê em vê gavê hemû kartên xwe eşkere nakin.”
Dizeyî, derbarê girtina ava Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî anî ziman ku tiştekî wisa rast nîne û da zanîn, sedemên kêmbûna ava Iraqê ji ber pilanên wezareta çandinî û çavkaniyên avî ya Kurdistanê ye ji ber ku li gorî her werzekî avê kêm yan zêde berdidin û wiha got: “Helbet kêşeya me bi hikûmeta Iraqê re nek gelê Iraqê re, ji ber wê jî girtina avê karekî mirovî nîne û Herêma Kurdistanê karê nemirovane nake.”
Wezareta Darayî ya Iraqê, ragihandibû ku Serokwezîr Nûrî Malikî ferman daye mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê bê dayîn. Rûdaw