Serrûpel Nûçe Gul: Min jî kontrol dikin

Gul: Min jî kontrol dikin

Belav bike

Serokomar Abdullah Gul li ser pirsa rojnamegeran ya der heqê guhdarkirinan de got: “Ne pêkan e ku miqam û odeyên min guhdar bikin. Her roj miqamê min û odeyên min tên kontrolkirin. Lê bi rastî Serokwezîr ji min re jî got ku hin miqam û ode tên guhdarkirin.” 

Gul wiha dewam kir: ”Weke ku hûn dibînin em hemû dijîn. Li ser mijarên gendelî, guharkirina têlefonan, rantên îmarê gelek nîqaş tên kirin. Ji ber vê yekê min der heqê van mijaran de telîmat da DDKyê ku li ser van lêkolîn bên kirin ka kêmasî hene an tunene. Hewce bike bila zagon bên çêkirin ku em jî ji şikyatan xelas bibin.” 

Serokomar Gul got ku ew bi Serokomarê Polonyayê re hat bal hev û li ser hin mijaran sekinîn û wiha pê de çû: “Min gotê em wek Tirkiyeyê dixwazin ku yekîtiya siyasî, desthilatî û yekparetiya erdê Ukraynayê bê parastin û rageşiya Kirimê bi aramî çareser bibe.” 

Serokomar Gul wiha dewam kir: “Tirkiye, Ukrayna û Rûsya sê cînarên hev ên li dora Behra Reş in. Ji ber vê cinartiyê ewlehiya vê herêmê me her sê welatan eleqedar dike. Tirkiye tiştên ku diqewimin dişopîne. Piştî ku rêvebiriya parlementoya Ukraynayê guherî me Wezîrê Karên xwe yê Derve şand wê derê û herî pêşiyê em bi Ukraynayê re ketin têkiliyê.”

“Em wek Tirkiye dixwazin ku ev bûyer zêde nebin û bi hevdîtin û guftûgoyan çareser bibin. Lewra destpêka şerekî sar yê nû ji bo her kesî xetere ye û kêrî tu kesî nayê. Divê miheqeq meriv ji şerekî wiha bireve. Ji bo vê jî divê dewlet li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.” AA