Serrûpel Nûçe Obama Newroz pîroz kir

Obama Newroz pîroz kir

Belav bike

Li aliyê din  serokomarê Îsraîlê Şîmon Perez jî, Newroz pîroz kir û got, dîroka îsraîlî û îraniyan hevbeş e ji ber wê jî ew dikarin pêwendiyên baş bi hev re daynin.

Her wiha wezîrên derve yên Brîtanya û Kanadayî jî cejna Newrozê pîroz kirin.

Serokê Amerîka Barack Obama, cejna Newrozê ya gelên Îranê pîroz kir û ragihand, ew bi çareserkirina nakokiyên etomî digel Îranê hêvîdar e.

 

Bi helkefta cejna Newrozê, serokê Amerîka Barack Obama îsal jî peyamek belav kir û cejna gelên Îranê pîroz kir û diyar kir, gelên Îranê bi hilbijartina Hesen Rûhanî wek serokomar dengê xwe bilind kirin ji ber wê jî divê hikûmeta Rûhanî dengê wan bibihîze.

 

Barack Obama, her wiha anî ziman, her çiqas nakokiyên etomî nakokiyên kûr in lê ew hêvîdar e ew nakokî bên çareserkirin û ev Newroz bibe destpêka qonaxek nû bo Îranê da ku rola xwe di cîhanê de bilîze.

 

Ji aliyekî din, serokomarê Îsraîlê Şîmon Perez, bi helkefta Newrozê peyamek belav kir û ragihand, dîroka îsraîlî û îraniyan hevbeş e ji ber wê jî ew dikarin pêwendiyên baş bi hev re daynin.

 

Wezîrên derve yên Brîtanya û Kanadayî jî cejna Newrozê li gelên Îranê pîroz kirin û rexne li rewşa mafên mirov li wî welatî kirin û ji hikûmetê xwestin, ew mafên ku gelên Îranê hêjayî wê ye, bê dayîn.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/world/200320143#sthash.2ybh3bUl.dpuf