Serrûpel Nûçe Heleb: Dayîkek zarokê xwe difroşe

Heleb: Dayîkek zarokê xwe difroşe

Belav bike
Jina ku navê wê Xaliye ye, diya 3 zarokan e, mêrê xwe û malbata xwe berdaye û ji bo ku her du zarokan xwedî bike, zarokekî xwe dadixe bazara firotînê.

Xalî ye, 14 salan, xizmetkarî ji malbateke Ereb re kiriye. Dema ku temenê wê 6 sal  bûn, bavê wê ew mecbûr kir ku li cem malbateke Ereb xizmetkariyê bike. Ew di nava malbata xwe de ya herî mezin bûn, her meh 5 hezar lîreyên Sûrî beramber wê xizmetkariyê distandin. Wê malbata Ereb jî hemû rengên nehewî û zilmê li wê dikirin. Sûkayetî bi wê dikirin. Îhanet pê dikirin.

Dema ku temenê wê bi 20 sal, bavê wê ew anî mal û bi pismamê wê re da zewicandin.

Ew 8 salan nîşankirî ma û zewaca wan çênebû. Piştre bavê wê qebûl nekir ku ew zewac çêbibe.

Piştre Xaliye bi dizî bi cîranekî xwe re zewicî.

Ji wê demê de di navbera wê û malbata wê de kêşe berdewam bûn.

Piştî salekê pê hesiya ku mêrê wê bi jineke din re zewicî ye. Wê demê 2 zarokên Xali ye hebûn.

Mêrê wê bi 2 jinên din re jî zewicî.

Êdî mêrê wê ew berda bû û guh nedida wê.

Zarokekî din di zikê wê de bû.

Ew bû dayîka 3 zarokan, ne mêrê ne jî malbata wê kesek xwedî lê derneket.

Dema ku zarokê wê yê sêyemîn çêbû, kesek li ber wê tune bû, cîranan ew rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jî, ji ber ku pereyên wl tunebûn, doktoran pere jê nestandin.

Zarokê wê çêbû, lê tiştek li mal peyda nebû ku zarokan xwedî bike.

3 zarokên di stûyê wê de mane.

ew dibêje, ji bo ku ew her du zarokên xwe xwedî bike, wê biryar da ku zarokên xwe yê şîrmij bifroşe.

Endama Meclîsa Gelî Fatîma Hesen got, dema ku wan bihîst jina bi navê Xalîye dixwaze zarokên xwe yê şîrmij bifroşe wan çûn ew ziyaret kirin û nehîşt ku ew zarok bifroşe.

AVESTA KURD Lezgîn Hawa