Serrûpel 2014 Nisan

Arşîva mehane: Nisan 2014

Cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir

AVESTA KURD / Proseya dengdanê li herêma Kurdistanê û Îraqê bi dawî hat û êdî hejmartin û cudakirina dengan dest pê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê dengê xwe da

Berî nîvroya îro çarşem 30.04.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina li proseya dengdana her dû hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê yek ji binkeyên dengdanê ya li bajaroka Pîrmam amade bû û dengê xwe da.

Kete dorê û bi xelkê re deng da

AVESTA KURD - Îro 30.04.2014 li Iraqê û Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Îraqê û encumena parêzgehên herêma Kurdistanê dest pê kirin.

Sextekarekî Pasport û Vîza hate girtin

AVESTA KURD / Piştî ku gelek doz li dijî wî, bi sûcê standina peran beramber pasport û vîzaya sexte, piştre jî wî kesî xwe dida aliyekî û wenda dibû, polîsên Hewlêrê ew girtin.

Ji ber romalkirina Hilbijartinan

Ji ber romalkirina hilbijartinan li herêma Kurdistanê ji aliyê Rûdaw ve, vê hefteyê programa 2 ALÎ tune ye.

Malbata Casimê Celîl

Malbata Casimê Celîl, malbateke ji Kurdên Êzdî ye û welatparêz e. Casimê Celîlê Osê û zarokên wî her yekî beşeke çanda Kurdî girtine û pêş ve birine û dibin. Çanda devkî ya Kurdan nivîsandine û çanda Kurdan ya wendayî derxistine holê û ji Kurdan re çavkaniyek hêja ava kirine. Ev çavkaniya her tim diherike û çanda Kurdan şên dike. Malbata Celîlan bi tevahî ji deh hezarî zêdetir stran û awaz berhev kirine û gelek pirtûk xistine nav arşîva Kurdan.

Bucak û Kaya îfade dan

Yusuf Serhat Bucak û Şerafettîn Kaya di Dadgeha Cezayê Giran ya 8emîn ya Enqereyê de îfade dan.

PYD li ser sînor qaçaxcîtiyê dike

AVESTA KURD - Riyên ne fermî yên di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, bi giranî ji aliyê qaçaxciyan ve têne bikar anîn. Ew rê gelek caran ji aliyê grûpên çekdar ve jî hatine bikaranîn, ew çekdar di wê derê re derbasî başûrê Kurdistanê bûne, û li Hewlêrê bi êrîşên terorîstî rabûne.

Efrîn: Piştî 45 salan li hev hatin

Li herêma Efrînê 2 malbatên gundê Mistika yê navçeya Şiyê piştî 45 salan li hev anîn.