Serrûpel Nûçe Pirsa mafê rûniştinê li Hewlêrê

Pirsa mafê rûniştinê li Hewlêrê

Belav bike

Rêveberê Nişîngeha Hewlêrê Yadîgar Enwer Ferec derbarê vê mijarê de agahî da û diyar kir ku rojane hezar biyanî destûra xebat û rûniştinê werdigirin û wiha got: “Herî zêde welatiyên Tirkiyê destûrê digirin. Ev jî nîşan dide ku potansiyela me ya ticaretê ya bi Tirkiyê re zehf e.”

Ferec destnîşan kir ku jibilî Tirkiyê ji Sûriye, Îran, Etîyopya, Somalî, Hindistan û Amerîkayê jî ji bo xebatê mirov tên herêmê.

Rêveberê Nişîngeha Hewlêrê diyar kir ku pêşî ji bo 15 rojan vîzeyê didin ên ku bi rêya hewayê û bejayî tên herêmê, yên ku bixwazin zêde bimînin jî piştî temamkirina proseduran serî li rêveberiya nişîngehê didin.

Yadîgar Enwer Ferec destnîşan kir ku yên dixwazin 6 meh an jî salekê bimînin jî divê ji cihên xebatê belgeya xebatê bînin û jibilî vê jî testa xwînê û belgeya sicîla ewlehiyê divê bînin û wiha got: “Yên ku van belgeyan neynin, nikarin li vir bimînin. Heke wiha nebe dê yên ku ev kontrolana nekirine werin herêma me. Ev jî him ji bo me û him jî ji bo yên ku tên vir xeter e. Mînak, em kesên ku bi wan re nexweşîna AIDS û hepatîtê hebe dersînor dikin. Zagonên me wiha hewce dikin.”

Ferec diyar kir ku ji bo serdanan zû çêbikin kar û barên xwe bi awayekî elektironîk dikin û wiha axivî: “Tenê li bajarekî hezar destûrî didin biyaniyan û ev ne hêasn e. Di vî warî de her diçe em pêş de diçin. Wekî berê dosyeyên ti kesî wenda nabin.”

Ferec destnîşan kir ku carna hikûmeta Bexdayê destûrên hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û ji ber vê jî welatiyên biyanî tengasiyê dikşînin û wiha got: “Welatiyên biyanî bi vîzeya me tenê dikarin biçin Silêmaniye û Dihokê, nikarin derbasî cihên ku di destê hikûmeta Bexdayê de ne, bibin. Çimkî hikûmeta Bexdayê van destûrên ku em didin qebûl nake. Em dixwazin ku destûrên ku Herêma Kurdistanê dide li her derê Iraqê derbas bibin. Di vê mijarê de xebatên hikûmeta me didomin.”  

Ferec derbarê rewşa penaberên Sûriyê de jî agahî da û destnîşan kir ku li kampên Dareşekran, Qûştepe, Basirma û Kewirgosikê ofîs vekirine. Ferec di berdewamiyê de diyar kir ku di vê mijarê de Walîtiya Hewlêrê û UNESCO jî piştgiriyê dide û wiha got: “Çimkî yên ku dixwazin ji kampê derkevin û xanî bigirin divê destûra fermî ya rûniştinê bigirin.”

Ferec destnîşan kir ku jibilî rêveberiya nişîngeha Hewlêrê li deriyê sînorî yê Hacî Omran û Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê yên li ser sînorên Îranê jî ofîsên me hene. Rûdaw