Serrûpel Nûçe Siûd Mele bû sekreterê PDK-S

Siûd Mele bû sekreterê PDK-S

Belav bike

51 kes ji bo serokatiya wê partiyên hatinehilbijartin.

Piştî gotûbêjkirineke dirêj Siûd Mele bû sekreterê partiya nû.

Siûd Mela ji aliyê Komîteya Navendî ve bi 33 dengan sekreteriya PDK-S qezenc kir.
Mihemed Ismaîl jî weke berpirsê kargêrî yê polîtburoya PDK-S hate hilbijartin.

Ew her du jî berî endamên polîtbîroya El Partî bûn, ku Ebdulhekîm Beşar sekreterê wê bû.

Endamên polîtbîroyê ev in:

Mistefa Oso
Ebdulhekîm Beşar
Mistefa Cumaa
Ebdilbasit Hemo
Lezgîn Mihemed
Neşet Zaza
Ebdulkerîm Mihemed Abo Loqman
Mihemed Elî Abo Nadir
Mistefa Tahir
Nafii Bîro
Ferhad Şahîn
Mislim Mihemed
Kamîran Haco
Beşar Emîn
Mistefa Mamo

AVESTA KURD

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûryê (PDK-S), Siûd Mela wek Serkreterê partiyê hat hilbijartin.

Li gor zaniyariyên Rûdawê, di civîna Komîteya Navendîya PDK-Sê de, ku ji 51 endamî pêk tê, her yek ji Siûd Mela, Mihemed Ismaîl û Ebdulhekîm Beşar xwe ji bo posta sekreteriya PDK-Sê kandîd kiribûn.

Piştî dengdana li ser vê postê û jimartina dengan, Siûd Mela bi 33 dengan karî biser bikeve û wek sekreterê PDK-Sê were hilbijartin. Herwiha Mihemed Ismaîl wek berpirsê kargêrî yê polîtburoya PDK-S hat hilbijartin.

Siûd Mela û Mihemed Ismaîl berî niha endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) bûn, herwiha Ebdulhekîm Beşar jî sekreterê wê wê bû.

Birayr e di vê civînê de, endamên polîtburoya PDK-Sê jî werin hilbijartin, ku hejmara wan 17 kes e.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, her çar sekreterê berê yên partiyên Yekitiya Siyasî, Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Oso, Mistefa Cumaa û Ebdilbasit Hemo bo polîtburoya PDK-Sê hatin destnîşankirin, û niha jî prosya hilbijartina her 12 endamên din ên polîtburoyê birêve diçe.

Her li gor zaniyariyên Rûdawê, berî ku civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê dest pêbike, hejmarek ji endamên wê hişyarî dabûn ku eger Ebdulhekîm Beşar bibe sekreterê PDK-Sê, ew dê qebûl nekin û dê nerazîbûnê nîşan bidin.

Roja 3ê Nîsana îsal, kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, ku ji Partiya Demokara kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk dihat, li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan û bi damezrandina Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê û hilbijartina Komîteyeke Navendî, ku ji 51 kesî pêk tê, bidawî hatibû.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/080420149#sthash.1RJlrxAl.dpuf