Serrûpel Nûçe “Em qebûl nakin hêzek bi tenê Rojava hukum bike“

“Em qebûl nakin hêzek bi tenê Rojava hukum bike“

Belav bike
Bi riya şander û navbênkarê xwe Pêncwînî, PKK nameyeke di derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re şandiye.

Di wê nameya xwe de PKK ji Barzanî helwest û nêrîna xwe di derbarê Rojavayê Kurdistanê de aniye ziman û ji herêma Kurdistanê xwestiye ku bi şêweyekî adîlane nêzîkî rojavayê Kurdistanê bibin û alîgiriya aliyekî li dijî aliyekî din nebin.

Nêçîrvan Barzanî jî, helwesta xwe ji şander û navbênkarê PKK re dubare kiriye û gotiye gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê çi biryarê bistîne ew piştgiriyê dikin û ew midaxeleyî nava kar û barê wan nakin, lê ew qebûl nakin ku aliyek bi hêza xwe ya leşkerî xwe li ser rojavayê Kurdistanê ferz bike û weke ku rojavayê Kurdistanê milkê wê be tevbigere, mebest ji wê hêzê PYD ye, ku PKK ew li rojavayê Kurdistanê di sala 2003 de ava kir.

Di hevdîtinê de ku nêzîkî 90 deqeyan dirêj kir, gotiye ku piştgiriya wê yekê dikin ku Kurd li rojavayê Kurdistanê mafê xwe yê netewî bi destxînin û ji bo vê yekê jî Kurdên rojava bi şêweyekî hevbeş çi biryarê bidin ew weke hikûmeta herêma Kurdistanê ligel wan mafan in û piştgiriyê jî dikin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kiriye ku ew dixwazin li rojavayê Kurdistanê hemû partî û rêxistinên Kurdî bi hev re herêma xwe îdare bikin, neku tenê aliyek bi hêza xwe ya leşkerî li aliyên din yên siyasî zorê.

Navbênkarê PKK, mesaja Nêçîrvan Barzanî rakiriye û berê xwe daye Qendîlê ji bo ku bigihîne rayedarên PKK.

AVESTA KURD