Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Herêma Kurdistanê bi dest xistiye, li Herêma Kurdistanê di sala 2013an de 109 hezar û 444 welatiyên tirk destûra karkirinê wergirtin. Li gor daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê jî par ji Deriyê Sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) re milyonek û 203 hezar û 886 welatiyên tirk derbas bûn.