Serrûpel Nûçe Avakirina hikûmeta Kurdistanê bi paşket

Avakirina hikûmeta Kurdistanê bi paşket

Belav bike



Sserokê desteya çavdêriya darayî ya Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar û herwiha komîteyên herdemî yên parlamentoyê hatin diyar kirin û endamên wan hatin hilbijartin.

Di beşeke din a civînê de, behsa binavkirina serokê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat kirin û ev pirs ket dengdanê, di encam de 59 parlamenteran deng li ser paşxistina vê pirsê dan di demekê de ku 21 parlamenter ligel cîbicîkirin vê babetê bûn.

Pirsa binavnekirina serokê hikûmetê girêdayê diyarnekirina cîgirê wî ye, ku li gor rêkeftina navbera aliyên pêkanîna hikûmeta koalîsyonê, ew post pişka YNK’ê ye, ku ew bi heqbeşê xwe yê niha di hikûmetê de neraziye.

YNK daxwza dike ku Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji pişka wê be, di demekê de ku PDK dibêje ev wezareta bo PDK’ê hatiye yekalîkirin û êdî gotûbêj li ser nayê kirin. bas