AVESTA KURD – Dr. Yusuf Mihemed, ji tevgera Gorran bû serokê parlamentoya Kurdistanê. Rûpela Facebookê ya tevgera Gorran wêneyekî Dr. Yusuf belav kir, têde diyar dibe ku wî di odeya xwe de li cihê wêneyê Mele Mistefa Barzanî ayeteke Quranê daleqandiye. Wî berê wêneyê Mistefa Barzanî, ji odeya pêşwazîkirina mêvanan jî rakiribû.