Serrûpel Magazîn DAIŞ “Fitweya Bizinê” derxist û heram kir

DAIŞ “Fitweya Bizinê” derxist û heram kir

Belav bike

EbdulezîrêEmîrê DAIŞ li wê deverê, fitweta Bizinê derxist û têde xwedîkirina bizinan heram kir û li her kesî xwedîkirina wan qedexe kir.

Di fitweya DAIŞ ya Bizinan de, hatiye gotin ku ji ber Bizin tazî ne, temaşekirina wan, xwedîkirina wan, xwarina goştê wan û şivantiya wan hem heram e, hem jî qedexe ye.

Piştî derketina vê Fitweyê, çekdarên DAIŞ li çiyayên Ebdulezîrê, dest bi operasyona girtina Bizinan kirine û bi hezaran bizin girtine û bi xwe re birine.

Hejmareke mezin ji wan bizinan dane ber guleyan û kuştine, yên mane jî goştê wan qelandine û xwarine, tevî ku xwarina goştê bizinan heram kiribûn. Emîrê DAIŞ gotiye, ji ber ku xwarin kêm e, û Mucahid bêxwarin mane, dema ku pêwîst bû çekdarên wî dikarin bixun.

Li got xelkê wê deverê, sedema sereke ya derxistin Fitweya Bizinê ji aliyê Emîrê DAIŞ ve ew bû ye ku çekdarên wî bi bizinan re diketin pêwendiyên cinsî.

AVESTA KURD