Serrûpel Nûçe Li ser firotina Petrola Kurdistanê axifî

Li ser firotina Petrola Kurdistanê axifî

Belav bike


Serokwezîr, bi minasibeta hilbijartin û destbikarbûna wan, pîrozbahî li serokatiya parlamentoya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji kar û xebatên wan re xwest û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hevahengiyê bi parlamentoyê re amade ye.

Serokê parlamentoya Kurdistanê sipasiya însiyatîva serokwezîr ku, li ser daxwaza xwe xwestiye bê parlamentoyê û ji parlamenteran re behsa kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê, hinartin û firotina neftê û pirsên digel Bexdayê bike, kir.

Nêçîrvan Barzanî li parlamnetoya Kurdistanê bi dirêjî behsa meseleya pirsa budece, kirîza êkonomî, meaşên karmanedên hikûmetê û pirsgirêkên bi Bexdayê re kir û got:

Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye pirsgirêkan digel Bexdayê bi diyalog û bi rêya danûstandinan çareser bike lê belê eger ew pirs neyên çareser kirin, hîngê herêma Kurdistanê alternatîvên din hene û dê rêyên din bigire. Li gor qanûna parlamentoya Kurdistanê hikûmetê birayara firotina nefta herêma Kurdistanê daye û li gor wê qanûnê xelkê herêma Kurdistanê piştgiriyê li firotina nefta Kurdistanê dike. Em sipasiya piştgiriya helwestên partiyên kurdistanî dikin ku, piştevaniya hinartina nefta Kurdistanê dikin û ji ber vê yekê dê firotina neftê berdewam be.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hinartin û firotina nefta Kurdistanê de amadeye hevkariyê bi saziya SOMO re bike û ew sazî çavdêriya pirosesê bike û aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê jî di nav pirosesê de bin. Lê herêma Kurdistanê pirosesa hinartin û firotina nefta Kurdistanê taslîmî saziya SOMO (saziyek îraqî ye û ew ji hinartin û firotina nefta Îraqê berpirs e) nake  û xelk û hikûmeta Kurdistanê êdî gavan paşede naavêjin.

Preskonferensa serokwezî û serokê parlamentoyê

Piştî civîna li parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di preskonferensekê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku, parlamentoya Kurdistanê awayê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya Îraqê de bi sîstemeke federalî diyar kiriye û ev yek di destûra Îraqê jî de heye û herêma Kurdistanê bi wê biryarê pabend e û tu ecendayên veşarî nînin.
Serokwezîrê got ku, ew hêvî dike niha û paşerojê digel Bexdayê li hev bikin û ew yek di berjewendiya tev îraqiyan de ye, lê eger Bexda hemû deriyan dabixe, hikûmet û gelê Kurdistanê nikare dest li serst deyen û rûne, bê şik, hikûmet dê ji bona dabînkirina pêdawîstiyên hevwelatî û xelkê Kurdistanê rêyên xwe bibîne.

Hikûmeta Îraqê bi biryara serokwezîr û fermandarê hêzên çekdariyên Îraqê meaşê karmendên herêma Kurdistanê qutkiriye. Hikûmeta Kurdistanê neft firot daku meaşên karmendan dabîn bike. Eve sê heyve herêma Kurdistanê tehemil kir, lê zêdetir nikare sebir bike û divê hikûmeta herêma Kurdisdtanê pêdawîstiyan dabîn bike.


Li ser meselaya helwesta Amerîkayê a li hember hinartin û firotina nefat Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got ku, Amerîkayê zixt li tu aliyan nekiriye, ne zixt li herêma Kudistanê û ne jî li Tirkiyeyê kiriye. Helwesta Amerîkayê diyare û ew dixwaze hemû alî li ser rêkeftinekê li hev bikin û digel Hewlêr û Bexdayê eynî helwest hebû.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistan eve ku, meaş û hemû pêdawîstiyên herêma Kurdistanê dabîn bike. Niha herêma Kurdistanê rojê 100 hezar varêlên neftê difiroşe û dê berdewam be. Hikûmeta Kurdistanê dixwaze digel Bexdayê li ser pirsgirêkan li hev bike, lê eger hemû derî li pêşiya Kurdistanê hatin giritin, hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser siyaseta xwe ya hinartina neftê berdewam be û ji 100 hezar varêlan bigihîne 250 hezar varêlan di rojekê de û heta dawiya îsal jî bigihîme 450-500 varêlan di rojekê de.


Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya besivdana pirsên rojnamevanan de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e û ji dahatiniyê neftê 17% bo herêma Kurdistanê û 83% bo hemû Îraqê ye. Barzanî pirs dike û dibêje gelo çima gelê Îraqê pirsiyar nakin ka li gor çi qanûn û maf kesek li Bexdayê meaşê hevwelatiyên Îraqê qut dike?  Ne kurd in yên ku Îraqê parçe dikin, yê ku Îraqê dabeş dike siyaseta şaş ya Nurî Malikî ye, ne kurd in.