Li gor ANF, çekdarên DAIŞ’ê êrîşî gundên Tilêliyê, Temad û Ovencakê yên Serêkaniyê kirin. Hat ragehandin ku jin, mêr, zarok her kesên li van gundan dijîn, bi awayekî komî hatin qetilkirin. Derheqê hejmara miriyan de hejmareke zelal nîne, lê belê tê gotin ku ev hejmar gelekî zêde ye. Li gor agahiyên destpêkê 7 jê zarok cenazeyê herî kêm 15 kesan hatiye dîtin.
Ji dîmen û wêneyên ji herêma komkujiyê hatine tê dîtin ku cenazeyê gelek sivîlan li erdê ne. Di nav cenazeyên hatin komkirin û li wesayîtekê hatin barkirin de, cenazeyê herî kêm 4 zarok û jinek hene. Gelek ji wan, organên wan ên hundirîn derketine derve.
Li gundên ku hê dûxan jê bilind dibin, xuya dike ku mirov hewl didin ji gundan birevin. Yek ji gundiyê ku şoqa komkujiyê derbas kir, li ber dîwêr rûniştiye û serê xwe xistiye nav lepên xwe. Piştî ku komkujî hat bihîstin şervanên YPG’ê û YPJ’ê destwerdan kirin û ji bo parastina welatiyên sivîl ên herêmê bersiva çeteyan DAIŞ’ê dan.
Çavkaniyeke YPG’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li gundê El-Rawiyê û El-Dehmaa yên Serêkaniyê li hemberî şervanên YPG’ê bin ketin û ji ber vê jî li dijî welatiyên herêmê yên sivîl komkujî pêk anîne.
Çekdarên DAIŞ’ê ku bi taybetî li aliyên Til Ebyad û Cerablûsê bi Tirkiyê re xwedî têkiliyeke nêzîk in, ji destpêka meha Adarê û vir ve li dijî herêma Kobanê dest bi êrîşan kiribûn. Lê belê li hemberî YPG’ê windahiyên giran dabûn û ev pêla wan a êrîşan têk çûbûn. bas