Serrûpel Nûçe Dahata petrola Kurdistanê 9 Mîlyar Dolar e

Dahata petrola Kurdistanê 9 Mîlyar Dolar e

Belav bike


Dilşad Şeaban di hevpeyînekê de ligel BasNewsê behsa hûrgiliyên berhemanîn û firotina petrolê li Herêma Kurdisanê kir. Şaban got: “Niaha Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol berhem tîne, ji vê rêjeyê nêzîka 150 hezar bermîl bo bikaranîna navxweyî ye û ya din jî bo derve tê şandin ku peryên wê salane dike 9 milyar dolar.”

Derbarê hûrgiliyên şandina wê petrolê de, Dilşad Şeabab wiha axifî: “Xerciya her bermîlekê 11 dolar e, ji sedî 11 ji pereyên wê bo şirketên petrolê diçin, pereyên veguhestina her bermîlekê 10 dolar e, eger bi giştî bihayê her bermîlekê 85 dolar be, dê dahata wê ya salane 9 milyar dolar be ji wê dahatê 1 milyar bo xerciyan e, wat 8 milyar dolar dimîne. Li gor budceya sala 2013’an salane 6 milyar û 300 bo meaş e, lewma bi firotina vê rêjeya niha ya petrolê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser nabin.”

Şaban da zanîn ku li gor agahiyên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, piştî 3 hefteyên din dê rêjeya berhemanîna petrolê li Kurdistanê bighe 300 hezar bermîl rojane û heta dawiya sale dê ew rêje bigihe 450 heta 500 hezar bermîl, wê demê dê hemû pêwîstiyên navxweyî wek meaş û xerciyên din peyda bibin û tu pirsgirêk namîne.

Roja 22’ê Gulanê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragehand ku wê dest bi firotina petrola xwe kiriye. Derbarê vê yekê de jî Dilşad Şaban got: “Ew petrola ku niha tê firtoin 2 milyon û 500 hezar bermîl e, dê bo Îtalya û Elmanya bê firotin, pereyên wê ji Ewropa dê bo Halk Banka Tirkiyê bên şandin û ji wê bankê dê bo banka Herêma Kurdistanê bên veguhestin, li gor zaniyariyê min wê di vê mehê de pereyên firotina petrolê bighin Herêma Kurdistanê.”

Navhatî ekez kir ku ew petrol bi nirxê cîhanî tê firotin ku di navbera 100-105 dolaran de ye bo her bermîlekê, herwiha heta niha 22 şirketên Amerekî û Ewropî nave xwe tomar kirine bo kirîna petrol Herêma Kurdistanê.

Derbarê dana beşek ji dahata wê petrolê bo welatiyên Herêma Kurdistanê Cîgirê Serokê Lijneya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê got: “Niha me proje-yasayek amade kiriye da ku rêjeyek ji wan pereyan rasterast bigihe welatiyên Herêma Kurdistanê û li gor nêrîna min an di naversata sala 2015’an de an jî 2016’an ew pere dê li ser hevwelatiyan bên parvekirin.” BAS