Serrûpel Nûçe Serokwezîr wê serdana El Cezîre bike

Serokwezîr wê serdana El Cezîre bike

Belav bike

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Dohaya paytexta Qeterê bike û ligel Serokê Encûmena Kargêrî ya Tora El-Cezîre Şêx Hemed Bin Samir El- Sanî bicive. Piştî du mehan jî El-Cezîre navendeke geşepêdanê û dewreyeke rojnamevanî li Hewlêrê vedike.

Di vê derbarê de Rêveberê Ofîsa El-Cezîre ya Hewlêrê Ehmed Zawîteyî ji BasNewsê re got: ‘’Serdana Nêçîrvan Barzanî bo ofîsa serekî ya El-Cezîre li Dohayê, tê wê wateyê ku Serokwezîr girîngiyê bi kanala El-Cezîre dide, bi taybetî ku ew kanal Erebî ye, tenê li Hewlêrê ofîsa wê heye û ji aliyê hikûmeta İraqê ve hatiye qedexekirin. Herwiha vê kanalê rolekî erênî li Herêma Kurdistanê dîtiye.’‘

Zawîteyê da zanîn ku di adara borî de Serokê Encûmena Kargêrî ya Tora El-Cezîre Şêx Hemed Bin Samir El- Sanî û Berpirsê Plandanînê li Tora El-Cezîre Mihemed Safi serdana Herêma Kurdistanê kirine û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya ne.

Li gor Zawîteyî, Herêma Kurdistanê gelekî bala berpirsê yekem ê El-Cezîre kişandiye û piştî cîvana wan a ligel Barzanî, biryar dane zêdetir girîngiyê bi ofîsa kanalê ya Hewlêrê bidin. Zawîteyî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Piştî ku Bin Samir vegeriya Dohayê, bi rêjeya ji sedî 100 kadroyên ofîsa me zêde bûne, herwiha bi buhayê 2 milyon dolar jî cîhaz wek kamera û pêdiviyên din ji ofîsê re hatine kirîn.’‘

Ehmed Zawîteyî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Biryar e piştî serdana Barzanî bo Dohayê, Navenda El-Cezîre bo Pêşxistina Karê Medyayê li Hewlêrê bê vekirin. Yekem karê navendê jî vekirina dewreyeke rojnamevanî ye bo rojnamegerên Herêma Kurdistanê di meha tebaxa dahatû de.’‘ (BAS)