Serrûpel Nûçe “Em gavê paşve navêjin!“

“Em gavê paşve navêjin!“

Belav bike

HEWLÊR

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Tirkiye û Kurdistanê peymanek ku maweya wê 50 sal e îmze kiriye û dibe ku maweya peymanê dirêjtir jî bikin.

Barzanî digel nûnerên partiyê û parlementeran civîn li dar xist. Di civînê de sê saetan Barzanî pirsên parlementeran ên der barê sewqkirina neftê û qeyrana butçeyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bersivand.

Barzanî digel Serokê Parlementoya Kurd Yûsiv Mihemed pirsên parlementeran bersivandin. Carina bi tundî carinan jî bi kêf bersiv da. Barzanî pirsa parlementerê Partiya Tevgera Îslamî Şivan Kaladîzî ya der barê peymana vejenê ya bi Tirkiyeyê re hat îmzekirin wiha bersivand: “Maweya peymana ku me bi Tirkiyeyê re îmze kir 50 sal e. Dibe ku ev mawe bê dirêj kirin jî. Me ev peyman îmze kir. Armanca vê peymanê perçekirina axa Iraqê nîne. Armanca me ew e ku em para xwe ya ji budçeyê bistînin. Ji sedî 17 heqê me ye.” 

 Barzanî got ku mijara neftê mijareke girîng e, hemû aliyan li hev kir û wiha dewam kir: “Ev mesele meseleya partî an jî şexsan nîne. Ev pirseke gelemperî ye û hemû kesan eleqedar dike. Mijareke hesas û girîg e. Divê Parlementoya Kurdistanê wekî saziyeke fermî bi hemû kîtekîtan bê agahdarkirin. Di rûniştina meclisê ya din de jî min bal kişand ser vê mijarê. Ev meseleyeke neteweyî ye. Divê haya gelê Kurdistanê jê hebe.”

-“Me heta niha bi bihayê 9 milyar dolarî neft firot”

Barzanî wiha dewam kir: ”Bi qasî ku min ji pirsên ku hatin pirsîn fêm kir, fikr û ramanên kesî yên wekî ku em derî zagona bingehîn tevdigerin tuneye. Pirs û bersiv li ser meseleya bi eşkereyî şandina neftê ne. Me heta niha bi bihayê 9 milyar dolarî neft firot. Di rapora ku me amade kir de vê yekê diyar dike. Hêviya me ew e ku ev mesele bibe meseleyeke neteweyî. Me ev civîn li dar xist da ku diyar bikin ka firotina neftê bi eşkereyî tê kirin an veşartî. Divê em hemû bibin yek û di vê mijarê de bi hev du re tevbigerin. Em bawer in ku em berjewendiya herêma Kurdistanê diparêzin û di çarçoveya zagona bingehîn de tevdigerin. Ji bo em karibin di firotina neftê de bi ser bikevin divê hemû hêzên siyasî yên Kurdisyanê îtifaqê çêkin.”

-“Pirgirêka bi Bexdayê re kontrola neftê ye”

Barzanî got ku pirsgirêka herî mezin a di navbera Kurdistan û Iraqê de kontrolkirina firotina neftê ye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka di navbera me û hikûmeta navendî ne ew e ku em karekî baş an jî xirab dikin. Hikûmeta navendî dixwaze kontrol bi tevahî di bin destê wê de be. Daxwza me ew e ku mafên me yên di zagona bingehîn de hatine diyarkirin bên dayin.”

Barzanî bal kişand li ser ji sedî 17 para herêma Kurdistanê û wiha got: “Divê Herêma Kurdistana Iraqê para xwe ya ji budçeyê bistîne. Em li ser vê meseleyê bi biryar tevdigerin û bi tu awayî di vê mijarê de tawîz nadin. Niha para me ya ji budçeyê di demê de nayê şandin û ev jî bandoreke neyînî li ser gelê Kurdistanê dike. Heke Iraq bi me re îtifaqê çêke û ev mafên me yên ku di zagona bingehîn de jî cih digrin pêk bên dê piraniya pirsgirêkên me yên di vê mijarê de jî çareser bibin.”

Hikûmeta navendî her sal li ser budçeya herêmên din hin guhertinan dike û di vê mijarê de qet fikr û ramanên Herêma Kurdistana Iraqê napirse, herwiha li li ser budçeya herêma Kurdistanê jî tu guherînên baş nake û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê îstiqrara Kurdistanê xirab dibe. Me piştî ku gundên me hatin şewitandin hikûmeta xwe damezirand. Ji sala 1991an vir ve me li hemû welatiyên xwe mehane girêda. Ev siyaseta me ji wê demê heta niha dewem dike. Hin partî carinan vê yekê ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin lê ev rêya ku partî serî lê didin rêyeke rast nîne.”

-“Salane pêdiviya me bi 31 milyar dolarî heye”

Barzanî da zanîn ku ew firotina neftê ji bo serxwebûna Kurdistanê wek rêyekê nabînin û got ev mafê me yê qanûnî ye û wiha dewam kir: “Gelê me li bendê ye ku em xizmet û tayinan bikin. Tim ji hikûmetê ev her du tişt tên xwestin. Ev mafê gel e. Tiştekî asayî ye ku gel van ji hikûmeta xwe bixwaze. Lê barê hikûmetê di vê meseleyê de giran e. Salaneya mehaneya karmendan 850 milyar dînarê Iraqê ye. Ev mîqdar ji bo herêma Kurdistanê gelekî zêde ye. Divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi vî awayî bi rê ve naçe. Ji bo em bigihêjin standardên welatên din pêdiviya me bi 31 milyar dolarî heye. Ji bo bicihanîna xizmetên wekî dibistan, rê, nexweşxane, pire û binesaziyê pêdiviya me bi vî pereyî heye. Em di vê mijarê de biryardar in û paşve gav navêjin.” (AA)