Serrûpel Nûçe Mondilayê li Brezîlya dest pê kir

Mondilayê li Brezîlya dest pê kir

Belav bike


Organîzasyona Kûpaya Cîhanî ya fûtbolê her çar salan carekê tê amade kirin. 32 welat beşdar dibin, 64 maç-yarî tên leyistin, 8 grûp hene û di her grûbekê de 4 tîm cih digrin. Bi giştî li 12 bajarên Brezîlyayê di maçên grûban de wê 48 maç bên leyistin.
Di kûpayê de maçên grûban 26’ê Hezîranê dê biqedin. Tîmên di grûban de bibin yekem û duyem dê derbasî tûra duyem bibin.
Yariyên Kûpaya Cîhanî ya 2014’yan weke yên berê dê li gorî sîstema elemînasyonê bên leyistin. Yariya fînalê 13’ê Pûşperê li bajarê Rio de Janeiro dê were leyistin û şampiyon dê diyar bibe.. (BAS)