Serrûpel Nûçe “Nûredîn Zaza: Belaya serê me bû“

“Nûredîn Zaza: Belaya serê me bû“

Belav bike

Wateya van gotinan li nik te çi ye?

-Cegerxwîn
: Dijminê me bû, ji ber wexta em biçûk bûn, Cegerxwîn dihat mala me. Bavê min bang me dikir; werin helbestên wî bixwînin, em biçûk bûn, me dixwest em bilîzin.

Êdî halê me ji ber Cegerxwîn tune bû. Cegerxwîn helbestvanekî gelek mezin e, û neviyê wî niha zavayê me ye, mêrê biraziya min keça Cemşîd e.

-Osman Sebrî: Apo Osman dihat mala me, ferhenga bavê min bi destxetê xwe neqil dikir çimkî bavê min danî bû ser kartona, piştî emrê xwedê kir, Apo Osman her roj dihat mala me dirûnişt destnivîsa wî temam dikir.Niha li cem min heye lê hal nîne ez vekim,

-Nûredîn Zaza: Belaya serê me bû. Min her şiqam jê dixwar ya sitar. Nûridîn hevalê me û birayê me yê mezin bû. (Bûyer)