Serrûpel Magazîn Zeyta Zeytûnên Dêrîkê êdî bû marka

Zeyta Zeytûnên Dêrîkê êdî bû marka

Belav bike


Taybetmendiya vê zeyta zeytûnan ku wek ceribandin hezar şûşe hatiye berhemanîn û Hasan Tahsin Gucum derxistiye bazarê, ew e ku yekem markeya Kurdî ye. Zeyt bi zeytûnên Mêrdînê û li Dêrikê tê amadekirin, Hasan Tahsin Gucum jî li navçeyê xwediyê yekem atolyeya zeyta zeytûna ye.

Gucum da zanîn ku 50 sal berî niha li Dêrikê 11 atolyeyên zeyta zeytûnan hebûn û got: ‘’Wê demê zeyt ji aliyê Ermeniyên herêmê ve dihat çêkirin lê bi koçkirina Ermeniyan atolye jî kêm bûn.’‘

Gucum da zanîn ku tama zeyta wan ji ya din cuda ye û wiha axifî: ‘’Me li atolyeya xwe wek danasînê hezar şûşe berhem aniye. Dema sezona zeytûnan emê dest bi berhemanîna bilez bikin. Piştî salên dûr û dirêj yekem car e li Dêrikê tê çêkirin. Piştî 50 salan atolyeya yekem e.’‘

Derheqa markeyê de jî Gucum got: ‘’Patent li ser navê min dan. Min wek Xilxalî wergirt, Xilxalî navekî Kurdî ye. Ez dixwazim ev marka wek Kurdî di bazarê de cih bigire. Ez hem xîtabî Tirk û hem jî Kurdan dikim. Min xwest markeyeke Kurdî çêbikim.’‘ Bas