Serrûpel Nûçe Erdogan pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Erdogan pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Belav bike

Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê desthilata herêma Kurdistana Îraqê

Rêzdar serokwezîr, birayê min yê birêz

Min nûçeya bifermî ragehandina kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê  û berdewambûna we li posta  serokwezîrtiyê bi dileke xweş wergirt. Ez daxwaz û hêvî dikim ku, kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê bibe hokarê xêr û xweşiyê ji bo hemû gelê Îraqê û herêmê.

Bê guman ka çawa we pêştir ev wezîfe bi serkeftî birêve bir, vê carê jî bi eyînî awayî bi hêjayî dê cibicî bikin. Em wan pêngavên pêşkeftî yên herêma Kurdistana Îraqê ji bona geşkirin û xweşgozeraniya aboriyê avêtine bilind dinirxîn in. Ez bwer dikim ku, ew têkeliyên navbera me de di nava van salên dawiyê gihiştine sewîyeyeka bilind, li ser dema hikûmeta nû jî, ew têkelî,  di hemû waran dê zêdetir geş bibin û berfirehtir bibin. Di vê çarçoveyê de welatê me di warê amnî jî de bipabendbûna wan sozên bi herêma Kurdistana Îraqê dane berdewam dibe

Di vê qonaxa hesas a ku Îraq tê de derbas dibe, ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi rêvebriya jêhatî û jîr a we dibe. Li dor wan pêngavên ku, pêwîste  ji bona derbasbûna Îraqê ji vê pirsgirêka ku heta niha ji ber dinal e, bên avêtin ji hemû deman zêdetir me pêwîstî bi hevkariya dualî heye.

Em gelek bi kêfxweşî li hewil û tekoşîna we ya ji bona dabînkirina cîyên hewandinê û jiyaneke minasib bo bi dehan hezar koçberên xelkê sivîlên wîlayeta Mûsilê û bajarê Telefer ku, hijmareke mezin a tirkmenanên hevkokên me lê dijîn. Ez di wê baweriyê de me ku, ev bi tenê piroseseke demkî dibe û ev rojên dijwar dom nakin. Bê şik gavên bi vî awayî biratîya kurd û tirkmenan xurtir dike û ez ji wê yekê jî dilrehet im ku, li ser dema hikûmeta nû de, bi rêveberiya we, maf û berjewendiyên wan tirkmenên li herêma Kurdistana Îraqê dijîn, parastî dibin.

Bi minasibeta destbikarbûna we weke serokwezîr, careke din pîrozbahiyê li we dikim û her bi vê minasibetê jî, ez hêvî dikim silav û hirmetên min yên gerim bi cenabê serok û birayê birêz Mesûd Barzanî bigehîne.

Receb Teyîb Erdogan
Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê
19 hizîran 2014
Enqere