Di civînê de, rewş û pêşhatên niha yên Îraqê û ew rewşa piştî kontrolkirina wîlayeta Mûsilê û deverên din ji aliyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ ve çêbûye hat gotûbêj kirin û her du aliyan dilgiraniya xwe li hember nearamî û neîstîqrariya deverê û zêdebûna hijmara koşberên navxweyîya Îraqê diyar kir.
Her du aliyan tekîd kir ku, ji bo çareserkirina kirîza Îraqê pêwîstî bi piroseseke siyasî a nû heye ku, li ser esasê tewafiq û hevbeşiya rasteqîne bê avakirin û hemû pêkhatên neteweyî, olî û mezhebî yên îraqî têde beşdar bin, herwesa, di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, herêman mafê xweîdarekirinê hebe û sud ji saman û zengîniya hermên xwe werbigirin û ji bo berjewendiyên rûinştvanên herêmên xwe bikar bîn in.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan û berdewamiya hevkarî û hevahengiya di warê enerjî de hat gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de, aliyê tirkî tekîd li ser pêşdebirina têkeliyên di warê aborî û bazirganî digel herêma Kurdistanê kir û pabendiya xwe bi rêkeftinên domdirêjên di navbera Hewlêr-Eneqereyê de hatine îmza kirin ji bo hinartina nefta herêma Kurdistanê bo nazarên cîhanê nîşan da. Tirkiye, ji bona çareserkirina pirsa kirîza benzîn û sotemeniyê ya ku piştî pêşhatên hizîranê hatiye holê, hemû amadeyî xwe nîşan da ku, hevkariya herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, ji bona wê peyma pîrozbahiyê ku, bi minasibeta destbikarbûna kabîneya heştem û wergirtina postê serokwezêriyê ji wî re şand bû, sipasiya serokwezîrê Tirkiyeyê kir. Herwesa, ji bona wan alîkariyên hikûmeta Tirkiyeyê pêşkeşî koçberên deverên Telefer, Kerkûk û cîyên din kirî, Nêçîrvan Barzanî sipasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir.
Erdogan jî got ku, hikûmeta wî û aliyên peywendîdarên Tirkiyeyê dê li ser pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo koçberên îraqî berdewam bin.
Erdogan, ew pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê kontrolkirin, parastin û dabînkirina aramî û îstîqrara deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê avêtine bilind nirxadin û di vî warî de pesna rola herêma Kurdistanê da.
Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, karê pêşîneyê herêma Kurdistanê parastin û dabînkirina ewlehiya herêma Kurdistanê û ew deverên niha bi dirêjiya zêdetir ji hezar kîlometr digel grûpên çekdarên şidetxwaz hevtixûbe ye. Barzanî got ku, herêma Kurdistanê şeş meh berê hişdarî dabû hikûmeta Bexda û Emerîkayê, lê wan gavên pêwîst neabêtin.
Şandeya digel serokwezîrê herêma Kurdistanê ji; Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Aşitî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê, Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê pêk hat bû û digel Ehmed Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê li ser pêşhatên Îraqê û hermî û pêşxistina têkeliyên Hewlêr-Enqere civyan.