Serrûpel Nûçe “Avakirina dewleta Kurdî bê xebera Tirkiyê nabe”

“Avakirina dewleta Kurdî bê xebera Tirkiyê nabe”

Belav bike

Hawramî got, ew niha 125 hezar bermîl petrol derdixin derve û armanca wan ewe heta dawiya 2014 derxînin 500 hezar bermîl.

Li ser firotina petrola Kurdistanê ji bo Îsraîlê Hawramî got, wan direkt petrol nefrotine Îsraîlê, “hinek alî vê meselê polîtîze dikin, firotina petrolê ji bo Îsraîlê jî ne sûc e, eger em bixwazin emê bi şêweyekî eşkere bifroşin Îsraîlê jî, jixwe Îsraîl petrolê ji Îraqê dibe, ew nizanim ew çawa dibin, lê dizanim Îsraîl petrolê ji Îraqê dibe, tu ambargoyeke me li ser Îsraîlê tune ye, em şerê Îsraîlê jî nakin, kesên wan tiştan dibêjin armanca wan ewe me xerab nîşan bidin,

Hawramî got, ew petrola xwe buha difroşin bazarê.

Wezîrê Petrola Kurdistanê her wiha got, Tirkiyê ne şirîkê petrola Kurdistanê ye, Tirkiyê biryarê nade ka emê petrola xwe bifroşin kuderê, em petrola xwe difroşin û pereyên petrola me dikeve  Halkbank, ev pêjavo divê pir şefaf be, yanî em bi çiqasî difroşin û çawa difroşin ew biryara me ye. Tirkiyê di nava vê pêvajoyê de ye, lê em destûra karê xwe ji Tirkiyê nastînin, Tirkiyê şefafiyeta neqliyeta wê kontrol dike…

Hawramî wiha berdewam kir: Para Tirkiyê di pereyên di Halkbank de tune ye, ew pereyên me ne, Tirkiyê tenê pereyên transîtê û xeizmetkirinê distîne, ev jî di standartên bazara ticareta petrola cîhanê de diyar e.

Got, em pir dixwazin petrola xwe bifroşin Tirkiyê jî.

Wezîrê Kurd got, pêwendiya me bi Tirkiyê stratejîk e, ne berjewendî ye, ji ber vê yekê eger em gavekî ber bi konfedrasyon û serxwebûnê ve bavêjin, wê agahiya Enqerê  jê hebe, emê gavekî navêjin ku ji bo her kesî surptîz be, emê biryarekê nedin ku ziyanê bigihîne kesekî din, emê bi dostên xwe bişêwirin…