Serrûpel 2014 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2014

Serokwezîr û Ehmed Çelebî rewşa Îraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê îro roja duşembiyê 23ê hizîrana 2014ê, pêşwazî li Ehmed Çelebî serokê Kongreya Niştimaniya Îraqê kir.

Çima Tirkî li ber dilê hinek Kurdan ezîz e?

Baldarîyên min yên gelek salan ez anîme ser wê bawerîyê ko li Kurdistana Bakur ew kurd bi tirkî dipeyivin ko tirkîya wan zêde ne baş e, an jî xirab e. Û ew kes bi kurdî dipeyîvin ko tirkîya wan gelekî xweş e.

Rexneyên Barzanî li medyaya kurdî çi ne?

Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, gilî û gazinde ji wan rojname, radyo û televîzyon û saziyên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê dike ku “bi awayekî profesyonel” bûyerên vê dawiyê yên Iraqê romal nakin.

Êdî di destê pêşmergeyan de ye

AVESTA KURD / Fermandar Operasyonên Dicle, Seed Sayl, ku weke Şêrê Malikî dihate naskirin, û serokwezîrê Îraqê Malikî, hemû îmkan dabûn dest wî, duh bi xwe radestî hêzên pêşmerge kir.

Ew jî kete ber efûya (3 mehan)

AVESTA KURD - Abdurrahman Çadircî ku di nava PKK de weke heval Esed tê naskirin û demekê bi fermî berdevkê PKK bû û niha li Qendîlê ye, navê wî di nava wan kesan de derbas dibe ku eger ew di nava 3 mehan de vegerin Tirkiyê ewê neyên girtin.

Encumena Wezîran çi biryar standin?

Kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja yekşembiyê 22 hizîrana 2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de yekemîn civîna xwe saz kir.

Helly Luv ji ber DAİŞ’ê nikarî konserê bide

AVESTA KURD / Hunermenda Kurd Helly Luv ragihand ku ji ber aloziya rewşa Iraqê û girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve, nikarî konserê bide ku amadekarî jêre hatibû kirin.

Rojane 30 hezar kes dibin penaber

AVESTA KURD / Li gorî rapora nû ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji ber şer û krîzan her roj herî kêm 30 hezar kes dibin penaber. Li gorî daneyên UNHCR ên di rapora bi sernavê "Trenda Global a Penaberiyê" de hatin weşandin, di dawiya sala 2013'an de 51 mîlyon kes ji ber şer û krîzan neçar man li welat an jÎ herêmek din bijîn. Ji van 33 mîlyon kes li welatê xwe bûn penaber, 17 mîlyon jî xwe li welatên cuda girtin. Di sala 2013'an de bi giştî 1 mîlyon kesî serlêdana penaberiyê kirin.

Rêveberê Radyoya Dengê Kurdistan wefat kir

Rêveberê radyoya Dengê Kurdistan wefat kir. Ev demek bû ku rêveberê radyoya dengê Kurdistanê li Duhokê Kamîran Reşîd Berwarî li Enqerê dihate dermankirin. Ew îro çû ser dilovaniya xwe

Îsraîlê petrola Kurdistanê kirî

Di destpêkê de hukumeta Iraqê ji bo petrola ji herêma Kurdistanê diçe Tirkiye neyê firotin gelek hewldan kir. Lê Kurdan bi israr firotina petrola Kurdistanê wek mafek xwe yê siruştû ditin û li gora qanuna Irakê û Kurdistanê heyî, petrola xwe li bazara navnetewî de firiton.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com