Serrûpel Nûçe “Em qebûl nakin Hewlêr bibe cihê terorîstan”

“Em qebûl nakin Hewlêr bibe cihê terorîstan”

Belav bike

Malikî di gotara xwe ya heftane de ku îro li Bexdayê pêşkêş kir, tekîd kir ku artêşa Iraqê hêzên xwe kom kirine û hewl dide di zûtirîn dem de wan cihan vegerîne ku artêşa Iraqê jê kişiyane.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got “Di şer de me dost û dijminên xwe yên navxweyî û derve nas kirin”.

Nûrî Malikî gef xwar û got “Em bêdeng nabin li hember wê yekê ku Hewlêr bibe cihê civîna terorîstan, ji ber ewê bi xwe bişikin û yên mêvandariya wan jî dikin dê her bişikin”.

Malikî diyar kir ku piştgiriyeke navdewletî ji bo Iraqê heye û got ku “sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî û çend welatên din piştgiriya yekîtiya xaka Iraqê û şerê li dijî terorê dikin”. Rûdaw