Serrûpel Nûçe “Heval Îsa“ niha wenda ye

“Heval Îsa“ niha wenda ye

Belav bike
Jêderekê diyar kir, piştî ku ew eşkere bû ku ne kesekî tarî ye, ew bi dizî ji Kobanî hatiye derxistin û di sînor re ji bo Tirkiyê hatiye derbaskirin.
Tê gotin ku ew ji aliyê Qendîlê ve hatiye derxistin, hinek jêder jî dibêjin ku pêwendiya wî bi istîxbarata Tirkiyê re hebû ye û ew ji aliyê MIT ve ji bo Tirkiyê hatiye derbaskirin. 
Ew girtiyên DAIŞ ku hatine revandin wê bi girtiyên xwendevan yên Kurd yên li cem DAIŞ re bihatibana guhertin, niha xelkê Kobanî li ser wê yekê diaxife ku berpirsiyarên Asayîşa Kobanî Heval Îsa, bi DAIŞ re li hev kiriye, pereyekî mezin xwariye û girtiyên DAIŞ dane revandin.
Hinek jêder diyar dikin ku PKK û DAIŞ li hev kirine ku ew 5 girtî werin revandin û piştre berpirsiyarê Asayîşê were bi dûrxistin, ji bo ku sûcdarê revandina wan were wendakirin û xelk nikaribe tiştekî bibêje.
Aliyekî din ji Kobanî got, ew peymanek bû ye di navbera PKK û DAIŞ de, ji bo ku DAIŞ şandina petrolê ji PYD re hêsan bike û bi hev re wê petrolê bifroşin.