Serrûpel Nûçe Akif Hasan ji PKK çi dixwaze?

Akif Hasan ji PKK çi dixwaze?

Belav bike


Miletê ne serbixwe yan kole ye, yan nîv-kole ye. Miletê ne serbixwe tim li ber devê deriyê xelkê ye. Rûmeta miletê ne serbixwe di çirava serdestan de ye. Di dîroka xwe de weke ku em di nav komeke kayê de li derziyeke hûrik bigerin wusa em li serxwebûna xwe geriyane. Hêzên dagirker , dest bi dest, çeper li me vedane û hêviyên me di deriya tunebûnê de fetisandine. Kêmasî û nakokiyên me kurdan bûne werîsên serxwebûna me pê hatiye îdamkirin.

Dijminên me îro dilerizin, nikarin dest bidin hev, nikarin bi hev re çeperan, xefk û dafkan, li me vedin. Lê nakokiyên me hîn zindî ne weke berê. Ew ji ser pişta mehîna xwe ya rihwal nayên xwarê.

Me li Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran gorî di vê riyê de dane. Di her hejmara Serxwebûn, rojnameya PKK, de gotineke Hoşimîn weha dihat nivîsandin: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne. Rast bû ev yek û hîn jî rast e. Lê çima me zêdetirî 30 salan ev hevok dubare dikir û niha li ser canê wê fatîhan dixwînin? Çima em kurdên Rojava qefle qefle diçûn Bakur? Gelo em ji bo komara Tirkiyê ya demokrat diçûn? Gelo em ji bo Umma Demokratîk diçûn? Gelo em ji bo Endustriya Ekolojîk diçûn?

Em niha bi xwe dihesin ku em hatine xapandin. Em pê dihesin ku bi xwîna şehîdên me tê lehîstandin. Kesên ku li hember serxwebûnê derdikevin dixwazin em dîsa ji wan re bêjin Amîn? Dibêjin ne demê wê ye? Dem li gorî we çiye, gelo? Di dîroka me de belkî tucaran hêzên dagirker evqas lewaz nebûne. Ew ticaran evqas bihev neketine. Heger em di vê xeleka zayîf ya dîrokê de hêviyên xwe pêk nayînin, emê kengê pêk bînin? Siyaset girtina fersendan e, siyaset ew e tu dijminê xwe di dema wî ya herî zayif de bigirî, siyaset ew e tu zend û bendên xwe di rojên weha de ba bidî. Siyaset ne ew e tu bi gotinan bilehîzî, tu demagojiyetê bikî, tu mejiyê gel tevlîhev bikî.

Min di nav refên we de 15 salên ciwaniya xwe li ber serxwebûnê de dane. Ger tu naxwazî, wan salên min li min vegerîne, ji kerema xwe. Dilê dayîka min û dilên bi hezaran dayîk hezar caran şewitîne, ka bêjin hûnê çawa wan razî bikin? Heger ne bi serxwebûnê be, hûnê van dilan bi chi derman bikin?

Heyf, sedcara heyf! Gelo hûn çi ji Mazlum, Kemal, Xeyrî û Ferhat Kurtay re dibêjin. Hinekan xwe şewitandin, hinekan jî di birçîbûnên mirinê de jiyana xwe xwe ji dest dan. Çima van hevalên me ewqas îşkence û lêdan hildigirtin? Gelo Umma Demokratîk bû ew ewqas li ser piyan dihiştin?

Bawer nakim ku birêz Ocalan li hember serxwebûnê derdikeve, wê demê Qendîl çima ewqas xwe gij dike? Ger Îran ji we re dibêje, bavo ew her roj ciwanên me dadileqîne. Ma emê guh bidin Îranê, an jî emê guh bidin wijdanên xwe, bidin şehîdên xwe, bidin kezebên şewitîn?

Kî ji vê kêliyê û şûn ve li hember serxwebûnê derkeve, an zir dîn e, an jî gelê me zir dîn dibîne.