Serrûpel Nûçe Kurdistan çekên modern ji Amerîka dixwaze

Kurdistan çekên modern ji Amerîka dixwaze

Belav bike


Roja 9-10 hezîranê, çekdaêrn DAÎŞê dest danîn ser bajarê Mûsilê, Tirkît û çend navçeyên din ên sinenişîn li Iraqê piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji wan navçeyan reviyan, lewma Hêzên Pêşmerge hemû naveçyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanî bi temamî xistin bin kontrola xwe de û ji wê demê de rûbirûbûnên berdewam di navbera Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derdikevin.

Ajansa Reutersê li ser zarê çend berpirsên Amerîkî û Kurd ragihand ku, Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser wê yekê dike ku Amerîka çekên giran û pêşkeftî bifroşe Herêma Kurdistanê, da Hêzên Pêşmerge karibin di rûbirûbûna DAÎŞê de berdewam bin.

Derbarê corê wan çekên de ku Herêma Kurdistanê ji Amerîka xwestine, ajansa navborî diyar kir ew çek ji: “Tank, çekên nîşançî, otombîlên gulle nebir, top, kilavên leşkerî yên gulle nebir, tankerên veguhsetina sûtemeniyê, tankerên veguhsetina leşkeran û ambulans” Pêk tên.

Hevdem Reutersê li ser zarê wan berpisrên Amerîke, ku ew bi nav nekirine, ragihand ku, ew berpirs bawer nakin ku Amerîka bi heman astê alîkariyên leşkerî ji hikûmeta Iraqê re alîkariyê bide Herêma Kurdistanê, ji ber ku ev yek dê metisriyekê derxe holê.

Ev zaniyarî piştî wê yekê tên ku duh, pêncşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdanekê de bi Hêzên Pêşmerge li navçeya Xaneqînê ragihand ku, ew dê çekên giran û pêşkeftî ji Hêzên Pêşmerge re peyda bikin. BAS