Serrûpel Nivîskar Şengal

Şengal

Belav bike


Nûçeyên reş tên ji Şengalê.

Wiha bidome dê di reşetarîtîyê da bimîne Şengal.

Şengala ku bi sedan salan e ziman, kultur û resenîya kurdî li hember reşetarîtîyê parastî ye. Ev rewş, tevger û bêxemîya Kurdan wiha bidome dê ew jî ji dest biçe. Alaya cahîlîye ya reş û tarî ya çeteyên DAIŞê yê li wir jî biçike.

Kurdistana ku ev bi sedan salan e di bin ol û alayên bîyanîyan da gêj û bêhiş bûye, Şengal bikeve, careke din qir û fermana Êzîdîyan rabe, mal û namûsa wan di destên çeteyan da paymal be, wê ev welat ji sedîsed bikeve xewa mirinê.   

Kurdistan bikeve xewa mirinê, ne peyiv û hewldanên dewletbûnê dimînîn li holê, ne jî galegalên qerase, vala û pûç yên „demokratîkneteweyê.“

Ne tenê çeteyên DAIŞên Ereb, Tirk û dewletên li pişt wan, vê carê dê Kurd sûcdar bin li hember dîrokê.

Hukûmeta Malikî ji ber ku ne yê wan bû Musilê di destên wan çeteyên dirinde da berda û eynî mîna Tirkan bi polîtîqayeke zana wan hîpnozkirîyan kir beleyê serê Kurdistanê. Li rojavayê Kurdistanê wisa kirin, niha li başûrê wê.

Jixwe bakûr ji bîr bikin; ji xeynê evîndarîya „tirkîyeyîyê“ kes nikare deng bike!

Baş e hun hukumeta başûrê Kurdistanê, hun çiqas ji dil in nizanim, ku hun daxwaza dewletbûnê dikin, çima hun Şengalê bêparastin dihêlin û vedikişin?

Meriv herêmeke wek Şengalê hessas dikare bi 500 û 700 pêşmergeyan û bi çekên lawaz biparêze? Heta niha ew çete li ber çavên we tevdigerin, qey we çav ji wan ra girt?

Hun ji ezmûnên xwe bawer dikin ku dewleteke sûne ya har ji Sedam xirabtir, li hember Kurdistanê dirêj be, Kurdistan di saxlemî û ewlehîyê da bimîne?

Heta çend car pêşmerge doza çekên giran kir, çima we ew bi çek nekirin?

Heta kengê hun ê bûtçe û dewlemendîya başûrê Kurdistanê berdin qirika şîrketên Tirkan, wan qelew bikin û ew jî bêrawestan tirba Kurdistanê bikolin?

Dewlemendîya Kurdistanê têra sazkirina artêşeke neteweyî nake?

Ji PDK, YNK û PKKyê dipirsim: Kengê hun ê dev ji berjewendîyên xwe yên seroktî, partîyî û hizbî berdin, ku we nav lê danîye „zanistîya sîyaset û dîplomasîyê!“

Heke bi rastî jî hun naxwezin Şengal bibe Halebçe, mîna Agirî xwîn bigirî, dev ji xurtkirina dijminên Kurdistanê û galegalên li dij hev berdin.

Ji rêveber, endam û alîgirên wan partîyan dixwezim:

Zûtirîn dem bikevin bin xizmeta hişmendîya neteweyî!

Yan na sibe dê pir dereng be.                                        

4 Tebax 2014, Evdila Dirêj