Serrûpel Nûçe Balafirên Emerîkî dest bi êrîşa DAIŞ kirin

Balafirên Emerîkî dest bi êrîşa DAIŞ kirin

Belav bike

Serokê DYAyê Obama li Koşka Spî, derengî şevê derket pêşberî kamerayan û derbarê rewşa Iraqê ya dawî de daxuyanî da.

Obama bal kêşa ser helwesta DAIŞê ya li dijî êzidiyan û got ew rêxistina banga qirkirina êzidiyan dike, ew dê li hemberî vê bêdeng nemînin.

Herwiha Obama got wî destûr daye artêşa DYAyê ku eger ber bi Hewlêrê ve bê û welatî û leşkerên Amerîkayê yên li wir tehdîd bike, bila operasyonê li DAIŞê bikin.

Piştî Obama, Wezîrê Derve yê DYAyê John Kerry  jî daxuyaniyek nivîskî da.

Kerry got ew dê ji bo tekoşîna Iraqê ya li dijî DAIŞê, helwesta alîkariyê navneteweyî û hevkarên herêmî bidin.

Wezîrê Bergiriyê yê DYAyê Chuck Hagel jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand, “Eger konvoya terorê ya DAIŞê nêzîkî Hewlêrê bibe, em amadene ji bo parastina personelên Amerîkayê operasyonên asmanî pêk bînin.”

Li aliyê din jî Cihgirê Serokê DYAyê Joe Biden, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi telefonê axivî.

Koşka Spî derbarê axaftinê de daxuyaniyek da û got, “Barzanî derbarê hêzên kurd ên Hewlêrê diparêzin de agahî dan.”

Biden got, êrîşên asmanî jî tê de wan garantiya gelek gavên pêwîst dane. Rûdaw